Îba: Hûn bi pêş ve biçin, em bi paş ve naçin
Yûsûf Îba ku rewşa wî ya tenduristiyê nebaş bûye û xwînê verdişe got, "Heta ku em bi ser nekevin em ê dest ji çalakiya xwe bernedin." Îba bang li gelan û saziyan kir ku xwedî li berxwedanê derkevin.
Yûsûf Îba ku rewşa wî ya tenduristiyê nebaş bûye û xwînê verdişe got, "Heta ku em bi ser nekevin em ê dest ji çalakiya xwe bernedin." Îba bang li gelan û saziyan kir ku xwedî li berxwedanê derkevin.
Yûsûf Îba li bajarê Toronto yê Kanadayê, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ye. Tevî ku xwînê verdişe 101 roj in bi biryardarî çalakiya xwe didomîne.
Îba bang li raya giştî kir û got, "Hûn bi pêş ve biçin; ji ber ku em ê bi paş ve neçin."
Îba ku ji ber xela mîdeyê, spazma dil û pirsgirêkên bêhnstandinê 9 caran rakirin nexweşxaneyê, lê tedawî qebûl nekir, berî 2 rojan ji ser hişê xwe çû û xwîn verşiya.
Îba nikare tiştekî vexwe û ji ber ku masûlkên wî dihelin nikare bimeşe. Îba bi alîkariya gopal û hevalên li ber wî radibe ser piyan û êdî nikare biçe nexweşxaneyê jî.
Tevî hewldan û daxwazên hevalên wî jî Îba naxwaze bang li ambûlansê were kirin. Îba bal kişand ser bêdengiyê û bang li gelê Kurd, raya giştî, hêzên demokratîk û saziyên civakî yên sivîl kir.
Îba diyar kir, diviyabû wan nêzîkatiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li mirovahiyê, ya li jinan, ekolojiyê û gelan belav bikira û ew jî bi vê têgihiştinê li parzemîna Emerîkayê, li Kanadayê tevlî greva birçîbûnê bû.
Îba da xuyakirin, wî û hevalên wî dema dest bi çalakiyê kirin soz dan xwe û gelê xwe û got, "Encama vê çalakiyê ji bo me çi dibe bila bibe, divê teqez dawî li tecrîdkirina Serok Apo bîne û rê li ber azadiya wî veke. Di demên herî giran de her ku em li Serok Apo fikirîn û me xwe ji bîrdoziya wî xwedî kirin, berxwedêrî û hêviya me mezin bû."
Îba destnîşan kir ku dem hatiye berdêla vê ked û hewldanê bê dayin û got, "Ji bo em bibin gel, ciwan, tevgera jinê û mirovên hêjayî Serok Apo, em çi bikin kêm e."
Îba bal kişand ser êrîşên hêzên rejîma AKP-MHP'ê yên li Gebze û Qoserê li dijî dayikan kirin û got, "Li dijî van barbaran a ku divê were kirin berxwedan e. Gelo dem nehatiye ku em bersivê bidin dijminê bi ser me ve tê û bi hêza ji Serok Apo werdigirin dijmin bieciqînin? Eger em îro bêdeng bin, wê demê wateya gotina 'Bê Serok jiyan nabe' namîne. Dem hatiye ku em xwedî li wê gotinê û girtiyên li girtîgehan derkevin. Wê demê em xwedî li Serok Apo ku emrê wî yê biyolojîk gihîştiye 60-70 û xwedî li berxwedana dayikan derkevin ku xwedî li gotina, "Me bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî bi ser bikevin' derdikevin."
Îba bi bîr xist ku berî du rojan gelek caran ew verşiya, xwîn ji qirika wî hat, ji ber ku mehdê wî dixele nikare avê vexwe, ji ber ku masûlkên wî dihelin nikare bimeşe û got, "Bila gelê me bi vê zanibe; xwîn jî birije, doktor bêjin, 'piştî 10 deqeyan tu yê bimire' jî, berdêla xwe çi dibe bila bibe heta ku çalakiya me bi ser bikevin em ê dest ji çalakiya xwe bernedin. Heta ku dawî li tecrîdê bê, hûn jî bikevin nava liv û tevgerê. Eger hûn naxwazin ciwan jiyana xwe ji dest bidin, tavilê bikevin nava liv û tevgerê. Em ê paş ve gavê neavêjin, hûn jî bi pêş ve biçin."