ROJEVA 24'Ê NÎSANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 24'ê Nîsana 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 24'ê Nîsana 2019'an.
- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Garo Paylan ji bo Qirkirina Ermen got, "Heta ku li ser vê xakê hevrûbûn lê nebe, birîna me nakewe." Paylan destnîşan dike, heta ku edaleta 104 salan bi cih neyê anîn, wê polîtîkayên heyî yên li dijî Kurdan û gelên din bidomin.
- Ermenên li Girê Spî diyar kirin, dewleta Tirk dixwaze Qirkirina Ermenan a 103 sal berê ji aliyê Osmaniyan ve hate kirin, niha bi destê DAÎŞ'ê bidomîne. Ermen dibêjin, wê dest ji mafên xwe bernedin.
- Kerem Solhan ku 129 roj in li bajarê Strasbourgê yê Fransayê di greva birçîbûnê de ye, ji ANF'ê re qala hesreta xwe ya li navçeya Gimgim a Mûşê kir.
- Ramazan Çeper, ji 16'ê Kanûnê ve li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê di greva birçîbûnê de ye. Ramazan Çeper li hucreya yek kesî bi cih kirine. Xwişka wî ku hefteya derbasbûyî serdana Çeper kir, diyar kir ku kekê wî êdî xwînê verdişe.
- Herêma Wanê bi gol, çem, sûlav û kaniyên xwe, yek ji bajarên herî berhemdar ên Kurdistan û Rojhilata Navîn e. Lê belê kaniyên herêma Wanê tên çikandin.
- Weşangerên Elman, li ser qedexekirina Weşanxaneya Mezopotamyayê gotin, "Sansura siyasî û êrîşa li azadiya weşanê" û xwestin qedexe bi dawî bibe.
- Namzetên Partiya Çep a Elman ên ji bo hilbijartinên Parlamenta Ewropayê xwestin, tecrîdkirina Ocalan tavilê bi dawî bibe. Namzetan daxuyaniyeke hevpar dan û ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê bang li CPT kirin ku bi wezîfeya xwe rabe.
- Xizmên şehîdan ên li Stockholmê tevlî greva birçîbûnê bûn, diyar kirin ku heta tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe, ew ê têokşîna xwe bidomînin.