Taşdemîr: Bi tecrîdê dest pê kir, veguherî lîncê
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser dayîkan da û xwest bila tecrîd were rakirin.
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser dayîkan da û xwest bila tecrîd were rakirin.
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr rojeva heyî nirxand û nerazîbûn nîşanî êrîşan da.
Taşdemîr di şexsê rojnameger Kîbrîye Evren de ya ku 4 meh in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir.
Taşdemîr bal kişand ser mamoste Ayşe Çelîk a ku ji ber gotibû bila zarok nemirin hatibû girtin. Taşdemîr diyar kir ku li girtîgehan gelek zarok bi dayîkên xwe re tên girtin.
‘POLÎTÎKAYÊN LI DIJÎ JINÊ ŞÎDDETÊ BI XWE RE TÎNE’
Taşdemîr diyar kir ku polîtîkayên li dijî jinê li her derê li ser jinan dibe şîddet û got ku “Li Çewligê ji ber ku jin bi fûtbolê dilîzîn, mafê jinan ê sporê tê astengkirin. Em dizanin ku ev şîddet e. Polîtîkayên li dijî jinê, li her derê dibe şîddeta li ser jinê. Em dizanin ev jî ji ber polîtîkaya desthilatdariya AKP’ê pêk tê.”
GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ
Taşdemîr qala berxwedêrên greva birçîbûnê kir û got ku “Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan parlementera me Leyla Guven di 8’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kiriye û çalakiya wê di roja 166’an de didome. Li girtîgehan jî çalakiya koma yekemîn a greva birçîbûnê di roja 129’an de didome. Li Strasboûrgê jî 14 çalakger 127 roj in di greva birçîbûnê de ne.
Ji 5’ê Nîsana 2015’an û vir ve AKP peymanên navneteweyî bin pê dike. Em bang li AKP’ê dikin ku bila li gorî hiqûqa xwe tevbigere. Vê tecrîdê li Îmraliyê dest pê kir û li her derê belav bû. Ev tecrîd li ser civakê jî tê domandin. Çalakgerên greva birçîbûnê dixwazin vê tecrîdê bişkînin. Em bang li mûxalefetê dikin ku bila dengê xwe bilind bikin.”
ÊRÎŞA LI DIJÎ DAYÎKAN
Taşdemîr bal kişand ser êrîşên li dijî Dayîkên Aştiyê û got ku “Hikumet ji dêvila ku guh bide daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê, êrîşî dayîkan dike yên ku piştgiriyê didin zarokên xwe. Ev dayîk, sembola têkoşîna aştî û berxwedanê ne. Êrîşa li ser dayîkan nayê qebûlkirin. Di faşîzma 12’ê Îlonê de çawa ku êrîşî dayîkan hate kirin li Gebzeyê jî êrîşî dayîkan tê kirin.”