Berxwedêrê girtî Bûlût: Hêviyê ji dewletê nekin, rabin ser xwe!

Zekî Bûlût ê bi du caran bi cezayê heta heta hatî cezakirin û li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 2 a Kandirê ji 6’ê Adarê û vir ve di grevê de ye, bi rêya malbatê peyamek da û got: “Rewşa hevrêyên me pir xirab e li ber şehîdbûnê ne.”

Zekî Bûlût ê li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 2 a Kandirayê ji 6’ê Adarê û vir ve ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi 15 hevrêyên xwe re di grevê de ye bi rêya telefonê peyamek da malbatê û got: “Hevrêyên me li ber şehîbûnê ne. Hêviyê ji dewletê nekin, rabin.”

‘REWŞA GIŞTÎ HEVRÊYÊN ME XIRAB E’

Zekî Bûlût di destpêka peyama xwe de bal kişand ser rewşa cidî ya hevrêyên xwe û got: “Rewşa hevrêyan giştî nebaş e. Bi giranbûna rewşê re hêdî hêdî pirsgirêkên rê li ber kiryarên mayînde veke peyda dibin.”

‘ASTA ZEXTAN ZÊDE BÛYE’

Bûlût anî ziman ku piştî tevlî grevê bûne, zextên li ser wan girantir bûne û got: “Rojname, pêwîstiyên me yên rojane û nameyan nadin me. Zextekî giran li ser me heye, bila her kes vê zanibe. Radyoya me jî nîne ku em agahiyan bigirin.”

‘HEVRÊYÊN ME LI BER ŞEHÎDBÛNÊ NE’

Zekî Bûlût bi domdarî got: “Rewşa hevrêyekî me pir nebaş e. Dîsa rewşa hevrêyê me Metîn û Sadet Tûran pir xirabin. Nexasim van rojên dawî rewşa wan pir giran e, li ber şehîdbûnê ne. Ev 120 roj in di grevê de ne. 120 roj di nava van şert û mercan de ne.”

‘HÊVÎ JI DEWLETÊ NEKIN, RABIN; HÛN HÊVIYA ME NE’

Herî dawî Zekî Bûlût bal kişand ser berxwedanê û ev bang kir: “Ligel hemû neyînî û zextan em ê li ber xwe bidin û heta serkefitinê çalakiya xwe bidomînin. Banga me ji gelê me ew e ku divê ji dewletê, ji Erdogan û Bahçelî ti hêvî nekin û bikevin tevgerê. Heta ku hûn ranebin danekevin qadan mafê xwe bidest nexin û çalakiyan nekin hûn tiştekê bi dest naxin. Em li benda gelê xwe û li hêviya gel in. Baweriya me bi xwe û Serokatî û gelê xwe heye. Ji derveyî vê ti hêviya me ji kesê tine. Eger ku em şehîd jî bibin bila destê dijmin bi me nekeve. Ev wesyeta me ji bo we û gelê me ye; dema ku ew me binax jî bikin divê hûn me derbixin û ji nû ve veşêrin. Hêviya me gelê me ye, em li benda we ne.”

Her wiha li gel Zekî Bûlût, girtiyên bi navê Mehmût Ûlaşan, Husnu Babat, Ozkan Baykan, Alî Çabûk, Huseyîn Aras, Erdal Oguz, Ahmet Adli, Muhsîn Koylûoglû, Salih Yuksel, Îrfan Kiliç, Hatîp Oyaman, Mûstefa Yildiz, Mehmet Akyuz, Haspî Aydemîr û Habîp Guler di grevê de ne.