ROJEVA 23'Ê NÎSANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 23'ê Nîsana 2019'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir, gelê Kurd bi rengekî topyekûn li ber xwe dide û got, "Pêngava me ya berxwedanê ya li Kurdistanê wê bi 1'ê Gulanê re bigihêje asta bilind û di rêya serketina mayinde de wê bi pêş ve biçe."

- Raportora Tirkiyeyê ya Parlamenta Ewropayê Kati Piri da xuyakirin ku pêvajoya aştiyê divê jinûve dest pê bike û got, "Peyama çalakgerên greva birçîbûnê wiha ye. Ev peyam di heman demê de daxwaza piraniya wekîlên Parlamenta Ewropayê ye."

- Mele Mûstafa Tûzak ku 100 roj in li Berlînê di greva birçîbûnê de ye got, "Ez di roja 100'î ya çalakiyê de me, mîna ku min îro dest pê kiriye gelekî kêfxweş im. Ji Leyla Guven heta Strasbourgê, ji wir heta zindanan em bûne artêşeke berxwedanê ku li çar aliyê dinyayê belav bûne. Ji aliyê manewî ve em hêzê didin hev."

- Ji kovarên sereke yên Elmanyayê Der Spiegel, li ser Efrîn a ku ji aliyê dewleta Tirk û komên wê yên çete ve hatiye dagirkirin, nûçe-analîzek weşand. Kovarê ragihand, li Efrînê paqijiya etnîkî û çandî hatiye kirin.

- Ji berxwedêrên greva birçîbûnê Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç, qala bîranîneke xwe ya li ser radyoya Erîvanê kir.

- Ermeniyên ji Girê Spî diyar kirin, dewleta Tirk dixwaze bi destê DAÎŞ'ê Qirkirina Ermeniyan a 103 berê, niha jî bidomîne û gotin, wê dest ji mafên xwe bernedin.

- Siyasetmedarê Kurd Celalettîn Delîbaş ku di serî de zindana Amedê 24 salên wî li girtîgehên cuda yên Tirkiyeyê derbas bû, serdana çalakgerên greva birçîbûnê kir.

- Yek ji çalakgerên greva birçîbûnê ku ji 1'ê Adarê ve di çalakiyê de ye girtî Mazlûm Teke ye. Dayika Teke Nezahat Teke got, "Ji bo bidawîbûna tecrîdê divê her kes rabe ser piyan. Werin em bi hev re bibin dengê girtiyan."

- Grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li Başûrê Kurdistanê didomin.