Li Viyanayê Kongreya Civaka Azad pêk hat

Civaka Azad a Awûstûryayê kongreya xwe li Viyanayê pêk anî.

Civaka Azad a Awûstûryayê kongreya xwe ya 5'an li paytext Viyanayê pêk anî.

Kongre bi şiyara "Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin, Ocalan azad bikin" pêk hat û diyarî berxwedêrên greva birçîbûnê hate kirin.

Zêdeyî 100 delege û mêvan beşdarî kongreyê bûn.

Karên Civaka Azad ên salekê bi rêya sînevîzyonê hatin nîşandan. Berxwedêrên greva birçîbûnê Şivan Agaoglû û Sûltan Yîgît ku ji 1'ê Sibatê ve li Viyanayê di greva birçîbûnê de ne, tevlî kongreyê bûn. Agaoglû di destpêka kongreyê de axivî û bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Agaoglû pêngava berxwedanê ya grevên birçîbûnê bi bîr xist û got, vê pêngavê bersiv daye êşkenceya tecrîdê û heta azadiya Ocalan wê bidome.

Di dawiya kongreyê de hilbijartin hate kirin û Xalîs Sever û Nûrcan Guleryuz ji bo Hevserokatiya Civaka Azad a Awûstûryayê hatin hilbijartin.