Tûzak: Me artêşeke berxwedanê ava kir

Mele Mûstafa Tûzak ku 100 roj in li Berlînê di greva birçîbûnê de ye got, "Ez di roja 100'î ya çalakiyê de me, mîna ku min îro dest pê kiriye gelekî kêfxweş im."

Mele Mûstafa Tûzak ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Elmanya Berlînê di greva birçîbûnê de ye, di roja 100'î ya çalakiya xwe de peyamek weşand û soza dilsoziya xwe ya bi Ocalan û berxwedanê re dubare kir.

Peyama Tûzak wiha ye: "Di roja 100'î ya çalakiya xwe de me. Bawer bin, mîna ku me îro bi ser xistine ez kêfxweş im. Ji Leyla Guven heta Strasbourgê, ji wir heta zindanan em bûne artêşeke berxwedanê ku li çar aliyê dinyayê belav bûne. Ji aliyê manewî ve em hêzê didin hev.

Ya ku herî zêde min diêşîne, nêzîkatiya polîsên faşîst a li dijî dayikên me ye. Dema dest dide wan, li vê derê rehekî min jê dibe. Bi min gelekî zor e, lewma bi vê kîn û hêrsê ez ê heta dawiyê li ber xwe bidim.

Di nava 100 rojî de min gelek tişt dît. Li Parîsê tevlî bîranîna salvegera şehadeta Sakîne Cansizan bûm, beşdarî mîtîngê bûm, di Newrozê de bi gelê xwe re em li hev civiyan, gelekî tijî derbas bû.

Dema ku serokê me azad bû, wê zindan jî, gelê me jî, em jî, her kes jî wê azad bibe. Welatê me jî wê azad bibe. Ji bo vê jî em amade ne her berdêlê bidin.

Ez pê bawer im ku Efrîn wê rizgar bibe, me 11 hezar şehîd dan.

Ev bedenên me wê bihelin, lê Kurdistan wê teqez azad bibe. Dinya wê bibîne ku gelê Kurd ê ji 40 milyon mirovî wê rizgar bibe, gelê Kurd wê bi ser bikeve.

Divê her kes bi vê zanibe.

Bê Serok jiyan nabe."