'Meşaleya 14'ê Tîrmehê di destê bi milyonan mirovî de ye'
Siyasetmedarê Kurd Celalettîn Delîbaş ku di serî de zindana Amedê 24 salên wî li girtîgehên cuda yên Tirkiyeyê derbas bû, serdana çalakgerên greva birçîbûnê kir.
Siyasetmedarê Kurd Celalettîn Delîbaş ku di serî de zindana Amedê 24 salên wî li girtîgehên cuda yên Tirkiyeyê derbas bû, serdana çalakgerên greva birçîbûnê kir.
Celaletîn Delîbaş, sala 1958'an li gundê Karacûrûn ê navçeya Hîlwan a Rihayê ji dayik bû û di ciwantiya xwe de 'Apoyî' nas kir. Delîbaş tevlî şerê wê demê bû ku di dîroka PKK'ê de bi navê 'Berxwedana Hîlwan û Sêweregê' tê naskirin. Lewma beriya darbeya 12'ê Îlonê, di sala 1980'î de hate girtin û di doza bingehîn a PKK'ê de hate darizandin. 24 salên emrê xwe li zindana Amedê û gelek girtîgehên Tirkiyeyê derbas kir.
Celalettîn Delîbaş piştî ku ji girtîgehê derket, siyaset dewam kir. Lê belê di encama zextên hikumeta AKP'ê de careke din ceza lê hate birîn, lewma neçar ma berê xwe bide Ewropayê.
Celalettîn Delîbaş serdana çalakgerên greva birçîbûnê yên li Strasbourgê kir ku hevalên wî yên demdirêj Mûstafa Sarikaya û M. Nîmet Sevîm jî di nava çalakgeran de ne.
Delîbaş diyar kir, girava Îmraliyê di çarçoveya planeke taybet de hate amadekirin û got, "Projeyeke navneteweyî ye. Dewletên navneteweyî di çarçoveya vê projeyê de Rêber Apo teslîmî Tirkiyeyê kir. Eger bê bîra we, Serokwezîrê Tirkiyeyê yê wê demê Bulent Ecevît got, 'Me fêhm nekir, çima Ocalan dan me'. Ev gotina Ecevît her tiştî vekirî nîşan dide. Sîstema Îmraliyê ya ku îro jî didome, sîstemeke navneteweyî ye."
Delîbaş destnîşan kir, tecrîda li Îmraliyê berfireh û plankirî ye û got, "Bi tecrîdkirina Rêber Apo re bajarên Bakurê Kurdistanê hatin hilweşandin, mirov hatin kuştin. Her wiha artêşa Tirk Efrîn dagir kir. Bi rengekî topyekûn li dijî Kurdan şer îlan kirin. Bi tecrîdê re dixwazin Kurdan tine bikin, armanca AKP'ê ev e."
Siyasetmedar Celalettîn Delîbaş anî ziman, greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir, bersiveke li dijî plana tinekirinê û got, "Ev yek çalakiyeke dîrokî û pîroz e. Rehên vê çalakiyê digihêjin heta rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmeha 1982'an.
Ev mîrate ji M. Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ve gihaştiye serdema heyî. Lê belê wateya îro cudatir e. Ji ber ku AKP dixwaze îradeya gelê Kurd ji holê rake. Ji bo vê jî tecrîdkirina Rêber Apo dişidîne. Dixwaze têkoşîna azadiyê tasfiye bike. Lewma greva birçîbûnê ya niha, rêbazeke têkoşîn û berxwedana li dijî tasfiye, li dijî tinekirin û asîmîlasyonê ye."
Celalettîn Delîbaş got, "Çawa ku sala 1982'an M. Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi ser ketin û rola xwe lîstin, ev berxwedana bi pêşengiya Leyla Guven li dijî tecrîd û tinekirinê dest pê kir û ji aliyê bi hezaran kesî ve tê meşandin, wê bi ser bikeve. Berxwedana 14'ê Tîrmehê bû meşale, gihîşt çiyê, ji wir gihîşt gel û niha di destê bi milyonan mirovî de ye. Greva birçîbûnê ya îro jî wê bi rêxistin bibe û bi ser bikeve."