HDP'ê serdana Kiliçdaroglû kir
Hevserokên HDP'ê serdana lîderê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû kirin ku roja Yekşemê li Enqereyê êrîş lê hatibû kirin.
Hevserokên HDP'ê serdana lîderê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû kirin ku roja Yekşemê li Enqereyê êrîş lê hatibû kirin.
Hevserokên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî serdana Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû kirin, ku 21'ê Nîsanê roja Yekşemê li Enqereyê hatibû lînçkirin.
Serokwekîlê Meclîsê Mîthat Sancar û Alîkarê Hevserokan ê ji Rêxistinbûnê Berpirsyar Alîcan Onlu jî bi Bûldan û Temellî re serdana Kiliçdaroglû kirin.
HDP'ê roja Yekşemê bi daxuyaniyekê êrîşa li Kemal Kiliçdaroglû hatibû kirin şermezar kiribû.