Dayikan Girtiyan: Kurd divê derkevin kuçeyan
Aysel Ateş, dayika girtiyê bi navê Mehmet Veysel Ateş ku ji 1'ê Adarê ve li Girtîgeha T-1'ê ya Amedê di greva birçîbûnê ye, got, ''Kurd divê êdî derkevin kuçeyan''.
Aysel Ateş, dayika girtiyê bi navê Mehmet Veysel Ateş ku ji 1'ê Adarê ve li Girtîgeha T-1'ê ya Amedê di greva birçîbûnê ye, got, ''Kurd divê êdî derkevin kuçeyan''.
Li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê girtiyên PKK-PAJK'ê ji 16'ê Kanûna 2018'an ve bi daxwaza ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin. Rewşa tendiristiyê ya girtiyên ku ev 129 roj in di greva birçîbûnê de ne her ku diçe giran dibe, ji 1'ê Adarê ve jî bi hezaran girî di greva birçîbûnê de ne û dibêjin ew biryardar in ku heta tecrîd ranabe dawî li greva birçîbûnê nayînin.
Aysel Ateş, dayika girtiyê bi navê Mehmet Veysel Ateş ku ji Girtîgeha T-1'ê ya Amedê di greva birçîbûnê ye, got kurê wê li zanîngeha Wanê dixwend, beriya ku zanîngehê biqedîne bi 2 mehan siyasetê nas dike, dest bi xebatan dike, pêşî li çapemeniyê dixebite û di pêvajoyê de dizewice. Dayik diyar dike dema ku zarokekî kurê wî di zikê diya xwe de bû, dosyayekî wî ya berê hate pejirandin û ew kete girtîgehê û li girtîgehê dosyayeke wî ya dî jî hate pejirandin.
Dayik Ateş dibêje rewşa girtîgehê giran e, her ku diçe hevdîtinê wê dîtiye ku girtiyan gelekî li xwe şikandine, xwîn çûye ser çavê wan.
'ME ZAROKÊN XWE LI NAVERASTÊ NEDÎTINE
Dayik Ateş dibêje moralê çalakgeran ji yên malbatan baştir e û got, ''Ew ji me bêhtir li ser xwe ne. Moralê me baş dikin. Hewl didin ku berxwedana me geştir bikin. Ez jî dixwazim beriya ku ji girtîgehan cenaze derkevin tişta ku ji dest min tê bikim. Ez nikarim li benda mirina wan bimînim. Ez naxwazim ti kes li bara vê rewşê bêdeng be. Her kes divê dengê xwe tevlî vê berxwedanê bike. Heke tiştek bi serê zarokên me were, ên bedeng wê ji vê berpirs bin. Her kî dibe bila bibe bi mîsogerî wê hesabê vê bide. Me zarokên xwe li naverastê nedîtine. Daxwazên wan ji bo me rûmet in. Berxwedana wan jî rêya me ye.''
'BANGA LI DAYIK Û ZAROKAN'
Dayik Ateş bang ki ku tecrîda li ser Ocalan were rakirin û got, ''Ez bang li muxatabê vê meselê dikim ku tecrîdê rakin. Zûka tecrîda li ser Serok rakin. Zarokên me jî wê dawî li çalakiya xwe bînin. Ez bang li hemû dayikan, jinan û ciwanan dikim. Werin em bi hev re, dest bidin hev û heq ji vê meselê derkevin. Encex bi têkoşîna xwe em dikarin zarokên xwe bidin jiyîn. Encex em dikarin tecrîda li ser Serokê xwe rakin. Kurd divê êdî derkevin kuçeeyan.''