Kurd li Brukselê wê bangî saziyên Ewropayê bikin

Kurd û dostên wan ew ê li Brukselê bangî saziyên Ewropayê bikin ên ku li hemberî grevên birçîbûnê bêdeng in.

Ji bo ku Yekîtiya Ewropayê, Konseya Ewropayê û CPT li hemberî grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkevin nav hewldanan wê di 24’ê Nîsanê de li Qada Luksembûrgê ya li pêşiya Parlementoya Yekîtiya Ewropayê, mîtîngeke navendî were lidarxistin.

Mîtîng wê saet di 13.00’an de dest pê bike û wê ji Elmanya û Fransayê kes beşdar bibin.

KCDK-E’yê derbarê mîtîngê daxuyaniyek weşand û banga tevlêbûnê kir.

Daxuyaniya Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê wisa ye:

“Ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Leyla Guven di 7’ê Mijdara 2018’an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir. Berxwedana ku Leyla Guven daye destpêkirin, pêl bi pêl mezin bû. Berxwedana greva birçîbûnê ya Leyla Guven 5 meh li pey xwe hişt.

Li Hewlêr, Strasboûrg, Gal, Elmanya, Hollanda, Kanada, Mexmûr û tevî girtiyên siyasî yên li girtîgehan 7 hezar kes di greva birçîbûnê de ne. Tendirustiya çalakgerên greva birçîbûnê hatiye asteke krîtîk. Yekîtiya Ewropayê, Konseya Ewropayê û CPT çavê xwe ji tecrîda li Îmraliyê re digirin û piştgiriyê didin domandina tecrîdê.

Li hemû bajarên Ewropayê bi şîara em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Rêbertî azad bikin em li qadan in. Van çalakiyan greva birçîbûnê xistiye rojeva cîhanê. Gelek nivîskar û ronakbîran jî ji bo rakirina tecrîdê piştgirî dane.

Heta ku rayedarên dewletên Ewropayê, saziyên wan û CPT peywira xwe bi cih bînin her Çarşem em ê li pêşiya Parlementoya Ewropayê mîtîngê li dar bixin. Mîtînga pêşîn wê di 24’ê Nîsanê de were lidarxistin û em banga tevlêbûneke xurt dikin. Em bang dikin ku gelê me yê li Elmanya, Belçîka, Fransa û Hollandayê bi giyanê seferberî û serhildanê tevlî mîtîngê bibin.”