ROJANE
Hemû Nûçe
-
Çelîk: Li Tirkiyeyê tecrîd heye, qanûn û hiqûq nîne
Parlamenterê HDP'ê Tûma Çelîk diyar kir ku li ser tevahiya Tirkiyeyê tecrîd heye û ne heq ne hiqûq ne jî qanûn mane. -
Li Hewengê 4 kes hatin destgîrkirin
Piştî şerê li Xelfetiyê hejmara mirovên tên destgîrkirin zêde dibe. Li taxa Qoser a navçeya Hewengê 4 kesên din hatin destgîrkirin. -
Li Amedê li dijî dewletê û bazirganên narkotîkê çalakî hate kirin
Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) ragihand, li dijî hêzên dewleta Tirk bi bombeya deng û çirûskên pekîner çalakî kirine û li dijî çeteyên narkotîkê çalakiya hişyariyê pêk anîne. -
Atay: Li qadan deng vedin
Baran Atay ku ji 1'ê Adarê ve li Girtîgeha Osmaniyeyê di greva birçîbûnê de ye got, "Li mala xwe rûnenên, li qadan deng vedin. Heta ku tecrîd bi dawî nebe û aştî neyê vî welatî em ê dest ji greva birçîbûnê bernedin." -
KNK’ê salvegera damezirîna xwe pîroz kir
Kongreya Netewî ya Kurdistanê salvegera 20’an a damezirîna xwe bi daxuyaniyeke niviskî pîroz kir û got, ‘’Îsal KNK’ê bîst salên xwe tijî kirin û berê xwe daye pêşiya xwe ku bigihe wê xwezî û daxwaza herî mezin ya ku xelkên Kurdistanê hêvî dikin.’’ -
Polîsan li Zurichê êrîşî çalakiyê kirin
Li bajarê Zurichê yê Swîsreyê, ji bo grevên birçîbûnê çalakiyek pêk hat. Lê belê polîsan êrîş kirin û du kes destgîr kirin. -
'Em ê bibin dengê zarokên xwe'
Yek ji berxwedêrên greva birçîbûnê Ridvan Ûlaş e ku ji 1'ê Adarê ve di grevê de ye. Dayika Ûlaş Vesîle Ûlaş diyar kir, kurê wê 21 kîlo li xwe kêm kiriye û got, "Ez gelekî bi fikar im, em ê li derve bibin dengê zarokên xwe." -
'Heta ku tecrîd bidawî bibe wê çalakiya me bidome'
Ji girtiyên di greva birçîbûnê de ne, xaziyê Pirsûsê Metîn Keleş got, heta ku tecrîd bi temamî bi dawî bibe wê çalakiya xwe bidomînin. -
Berxwedêr Tûgba Can: Mijûl nekin, tecrîdê bi dawî bikin
Tûgba Can ku li Girtîgeha Baybûrtê ji 15'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku divê dewleta Tirk dest ji mijûlkirina wan berde, dawî li tecrîdê bîne, naxwe wê çalakiya xwe bidomînin. -
Salman: Ez destê wan lehengan maçî dikim
Hunermend Îlyas Salman diyar kir, dilê wî li ser bi hezaran kesên di greva birçîbûnê de ne naşewite û got, "Dest û çavên wan lehengan maçî dikim. Hêvî dikim, berî ku tiştek bi tenduristiya wan bê wê bi ser bikevin." -
ROJEVA 24'Ê GULANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 24'ê Gulana 2019'an. -
Xelata Mafê Mirovan, Aştî û Demokrasiyê dan Dayikên Şemiyê
Odeya Tabîbên Stenboê Xelata Mavê Mirovan, Aştî û Demokrasiyê dan Dayikên Şemiyê. -
Doza Komkujiya Girtîgeha Amedê hate betalkirin
Doza têkildarî leşker, polîs, gardiyan û midûrê girtîgehê ya ji qetilkirina 10 girtiyên sala 1996’an a li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê berpirs dihatin darezandin, ji ber derbasbûna dem hate betalkirin. -
Dayikên girtiyan li Mêrsînê li qadan bûn
Dayikên girtiyan di greva birçîbûn û rojiya mirinê de li ber xwe didin, li Mêrsînê daketin qadan. -
Li Edeneyê Aka yê HDP’î hate girtin
Li Edeneyê Erhan Aka yê HDP’î hate girtin. -
Têkildarî 3 girtîgehên li Çûkûrovayê raporek hate weşandin
ÎHD, Baroya Edene û ÇHD, rapora li 3 girtîgehên li Çûkûrovayê amadekiribûn eşkere kirin. -
Li Wanê ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê çalakî hate kirin
Li Wanê bi armanca balkişandina daxwaza bidawîkirina tecrîdê ya berxwedêrên greva birçîbûnê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. -
Dayikên girtiyan çûn serdana TMMOB’ê û Şoreşgerên 78’an
Dayikên girtiyan ên li Enqerê di nobedê de çûn serdana TMMOB û Şoreşgerên 78’an. -
Dayikên girtiyan li pêşiya Girtîgeha Umraniyeyê li hev civiyan
Dayikên girtiyan li dijî tecrîdê li pêşiya Girtîgeha Umraniyeyê li hev civiyan. Dayikên ku bi zarokên xwe re hevdîtin kirin gotin; “Heta ku tecrîd bi dawî nebe, bi biryar in.” Wekîla HDP’ê Kaya jî got; “Eger aramî were vî welatî wê bi saya dayikan be." -
Dayik li dijî tecrîdê li qadan in
Berxwedana dayikên girtiyan a li Edene, Amed û Stenbolê ya li dijî tecrîdê didome. -
Li Gebzeyê polîsan çalakiya dayikan asteng kirin
Çalakiya dayikên girtiyan a li pêşiya Girtîgeha Gebzeyê ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Dayikan gotin; “Sibê em ê dîsan werin”. -
Ji Baroyan helwesta Xelfetî: Êşkencekar wê hesab bidin!
Baroyên li Bakurê Kurdistanê têkilî êşkence û helwestên dijî miroviyê yên hêzên rejîmê ku li Xelfetî kirin, daxuyanî dan û gotin ji bo ku êşkencekar li ber darazê hesab bidin wê her cure hewldanê bidin. -
'Em ê hevgirtinê geştir bikin'
Siyasetmedar û polîtîkavanên Brîtanyayê nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Ocalan dan û gotin ku “Ji bo çareseriya siyasî ya doza Kurdan divê em bixebitin. Divê Rêberê Kurdan Ocalan were azadkirin. Em ê hevgirtina neteweyî xurt bikin.” -
Bombeya deng avêtin mala endamê JOH'ê
Endamên Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Edeneyê, li dijî mala ku endamekî Tevgera Taybet a Jendermeyan (JOH) bi bombeya deng çalakiyek kirin. -
Eşyayên girtiyên li Gîresûnê di grevê de ne hatin desteserkirin
Li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê gardiyanan avêtin ser odeyên girityên siyasî û dest danîn ser pirtûk û radyoyên çalakgerên greva birçîbûnê.