'Em ê bibin dengê zarokên xwe'

Yek ji berxwedêrên greva birçîbûnê Ridvan Ûlaş e ku ji 1'ê Adarê ve di grevê de ye. Dayika Ûlaş Vesîle Ûlaş diyar kir, kurê wê 21 kîlo li xwe kêm kiriye û got, "Ez gelekî bi fikar im, em ê li derve bibin dengê zarokên xwe."

Yek ji girtiyên ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye Ridvan Ûlaş ê 22 salî yê ji Sêrtê ye. Malbata Ûlaş berî 30 salan ji ber şewitandina gundan berê xwe da metropolan. Ridvan Ûlaş di nava 6 zarokên malbatê de yê 3'emîn e. Zarokatiya xwe li Edeneyê derbas kir. Piştî ku dibistana navîn qedand dest bi karê partiyê û ciwanan kir. Ridvan Ûlaş di 19 saliya xwe de hate destgîrkirin. Destpêkê 7 mehan li Girtîgeha Kurkçulerê hate hiştin, piştre sirgûnî Girtîgeha Tarsûsê hate kirin.

Li Ridvan Ûlaş 11 sal cezayê girtîgehê hatiye birîn û têkoşîna xwe li girtîgehê jî didomîne. Ûlaş ku timî tevlî berxwedana zindanê bû di heman demê de girtiyekî nexweş e. Dema ku dixebitî ji qatê duyemîn kete xwarê, seqet bû lewma bi salan e bi platînê dijî. Gelek caran êşkence lê hate kirin. Ji 1'ê Adarê dema destpêkirina greva birçîbûnê ve 21 kîlo li xwe kêm kiriye.

Dayika Ridvan Ûlaş Vesîle Ûlaş diyar kir, ew ji ber rewşa kurê xwe û girtiyan hemûyan bi fikar e û got, "Hemû zarokên min e. Hemû xwişk û birayên min e. Xew bi çavê me nakeve. Psîkolojiya me hemûyan nebaş e, di rewşeke welê de ne ku li benda agahiya mirinê ne. Zarokên me çi ji me re bêje em bi ya wan dikin. Niha ji me dixwazin ku em li ber xwe bidin, em jî dadikevin qadan. Ya ji destê me tê ve e. Ya mayî karê hikumetê ye."

Ûlaş anî ziman ku kurê wê jê re gotiye, "Dayê dest ji mafên me bernede. Tenê hûn hene, hûn dikarin dengê me bi xurtî bidin bihîstin" û diyar kir, "Me soz dan zarokên xwe. Em ê li derve bibin dengê berxwedana wan. Hikumet wê êdî me bibihîze. Rêyeke din nîne. Madem em xwişk û bira ne, wê xwe li pêşberî me ker neke."