Li Amedê li dijî dewletê û bazirganên narkotîkê çalakî hate kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) ragihand, li dijî hêzên dewleta Tirk bi bombeya deng û çirûskên pekîner çalakî kirine û li dijî çeteyên narkotîkê çalakiya hişyariyê pêk anîne.

Koordînasyona DGH'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî hêzên dewletê çalakiyek hatiye pêkanîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Êvara 20'ê Gulanê li taxa Seyrantepe ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê, hêzên me li dijî dijminê dagirker bi bombeyên deng û çirûskên pekîner çalakiyek pêk anîn."

Li gorî daxuyaniyê, hêzên rejîma Tirk piştî çalakiyê tax dorpêç kirin û yekîneyên DGH'ê jî bêyî zerarê bibînin ji herêmê derketine.

DGH'ê ragihand, heman rojê li heman taxê li dijî çeteyên narkotîkê çalakiyeke hişyarkirinê hatiye pêkanîn. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li dijî çeteyên narkotîkê ku li xaka Kurdistanê jehrê didin ciwanên me, ev çalakî hişyariya me ya dawî ye. Eger bi vî rengî bidomînin wê ev yek bibe dawiya wan. Bila her kes bi vê zanibe ku me ti carî ev yek qebûl nekir û em ê qebûl nekin."