Li Edeneyê Aka yê HDP’î hate girtin

Li Edeneyê Erhan Aka yê HDP’î hate girtin.

Ji 10 HDP’yiyên li Edeneyê ku ji bo girtinê sewqî dadgehê kirin, Erhan Aka bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ hate girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê ve dihate birêvebirin de 20’ê Gulanê 10 endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di serdegirtinên malan de hatin destgîrkirin û îro birin eniyetê. Piştî karûbarên li emniyetê HDP’yî serwqî dozgeriyê kirin.

Her 10 HDP’yî yên li dozgeriyê îfadeya wan hate girtin bi îdîaya ‘endamên rêxistinê’ bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê kirin. Dadgehê 9 kes bi şertê kontrola edlî berdan û Erhan Aka jî bi îdîaya ‘Endamtiya rêxistinê’ girt.