Dayik li dijî tecrîdê li qadan in

Berxwedana dayikên girtiyan a li Edene, Amed û Stenbolê ya li dijî tecrîdê didome.

Berxwedana dayik û xizmên girtiyên li girtîgehan li dijî tecrîda Îmralî di çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, didome.

EDENE

Li Edeneyê çalakiya rûniştinê ya xizmên girtiyan a li Parka Îsmet Înonu di roja 14’an de ye. Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogûllarî jî beşdarî çalakiya dayikan bû.

Bi destpêkirina çalakiya dayikan re polîsan jî dîsan dor li dayikan girt.

Tevî hewaya germ jî çalakiya dayikan saetekê dom kir û dayikan gotin; “Heta ku tecrîd bidawî nebe em ê li qadan bin.”

STENBOL

Çalakiya rûniştinê ya xizmên girtiyan a li pêşiya Girtîgeha Tîpa T a Bakirkoyê jî dom kir. Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek kesan piştgirî da çalakiya xizmên girtiyan.

Destûr nehate dayîn ku xizmên girtiyan biçin li pêşiya girtîgehê. Malbatan ber bi avahiya HDP’ê ya navçeyê meşiyan.

AMED

Çalakiya dayikan a li Amedê jî di roja 23’an de didome. Dayik li pêşiya febrîqeya ar ya kevin a li pêşiya Parka Koşûyolû li hev civiyan û parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, rêveberên HDP’ê û DBP’ê beşdarî çalakiya dayikan bûn.

Çalakiya rûniştinê dibin dorpêça polîsan de pêk hat û dayikan helwesta polîsan protesto kirin.

Piştre malbatên girityan bi dirûşme û tilîliyan ber bi avahiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) ve meşiyan. Di dema meşê de welatiyên derdor ku piştgirî dan dayikan polîsan mudaxeleyî welatiyan kir. Piştî meşê dayik li pêşiya avahiya TUAY-DER’ê daxuyanî dan çapemeniyê.

Dayika Muhammed Kartal ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê ev 84 roj in di greva birçîbûnê de ye, Afîfe Kartal axivî û got; “Heta ku tecrîd bidawî bibe wê zarokên me dev ji çalakiya greva birçîbûnê bernedin. Daxwaza zarokên me daxwazên mene.”