ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo û Kongreya 12'emîn a PKK'ê wê bêne şopandin.

30'ê Hezîrana 1996'an li qada Dersimê bahozek rabû. Zîlan nîşan da ku wêrekiya jinê çawa dikare cîhanê bihejîne.

Êrîşên li ser Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Şerê navbera Îsraîl û Îranê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Zubeyîr Aydar li ser konferans û mîtînga salvegera sedemîn a darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî axivî û bal kişand ser girîngiya bîranînê. Aydar bang li her kesî kir ku 29'ê Hezîranê beşdarî mîtînga li Kolnê bibin.

Afîfe Kartal ku zarokekî xwe di şer de winda kir, yek jî girtî ye, anî ziman ku divê dewleta Tirk gavên şênber biavêje û got, "Aştî pêwîstiya me hemûyan e. Em aştiyeke bi rûmet dixwazin."

Şehîd Hogir ku di têkoşîna gerîla de her wezîfe bi serketî bi cih anî, ji bo zarokên Kurdistanê azad bin canê xwe feda kir. Zarokên Kurdistanê jî wê li ser rêya şehîd Hogir bimeşin ku ji bo wan canê xwe feda kir.