Dayikên girtiyan çûn serdana TMMOB’ê û Şoreşgerên 78’an
Dayikên girtiyan ên li Enqerê di nobedê de çûn serdana TMMOB û Şoreşgerên 78’an.
Dayikên girtiyan ên li Enqerê di nobedê de çûn serdana TMMOB û Şoreşgerên 78’an.
Çalakiyên dayikên xavik spî yên li dijî tecrîda Îmraliyê û xwedîderketina li berxwedêrên grevên birçîbûnê û rojiya mirinê li Meclîsê dabû destpêkirin, piştre li Navenda Giştî ya HDP’ê domandin kete roja 10’ê. Dayikan serdana TMMOB û Şaxa Enqerê ya Hewldana Şoreşgerên 78’an û hinek sazî din kirin.
‘DIVÊ EM BIBIN YEK’
Heyeta li gel serokê duyemîn yê Yekîtiya Odeya ya Muşawîrên Malî ya Tirkiyeyê (TMMOB) Selçûk Ûlûata spasdariyên xwe pêşkêşî dayikan kirin. Li ser navê dayikan Nezahat Teke axivî û got: “Eger grevên birçîbûnê bi dawî bibe erkekî mezin dikeve ser milê me her kesê. Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê divêe me hemû bibin yek. Piştî qedanê karê bê kirin pir girîng e.” Dayik Teke anî ziman ku di vê pêvajoyê de yekan e daxwaza dayikan zarokên wan bi tendurist ji bê pêvajoyê rizgar bibin û got: “Dayikên me hê li qadan in. Ji aliyê polîsan ve tên derbkirin, lêdan, pêkanînên der mirovî re rû bi rû ne.”
ÛLÛATA: BERSIVA ME NEHATE DAYIN
Serokê duyemîn yê TMMOB’ê Selçûk Ûlûata diyar kir ku mijarê ji nêz ve dişopînin û wiha pêde çû: “Em di vê pêvajoyê de ji we ne cihê ne. Her çendî dengê me kêm jî derbikeve em vê pêvajoyê bi Komfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Tabîbên Tirkiyeyê (TTB) û TMMOB’ê re bi hev re bi rê ve dibin. Hewl didin bi hev re vê pêvajoyê bi rê ve dibin. Bi hêviya ku ev pêvajo hê baştir bibe. Li ser mijarê me daxwaz kir ku bi Wezareta Edaletê re hevdîtinekê pêk bînin, lê daxwaza me bê bersiv ma.”
YAVÛZ: EM LI GEL WE NE
Dayik piştre derbasî Şaxa Enqerê ya Hewldana Şoreşgerên 78’an kirin. li ser navê Şoreşgerên 78’an Huseyîn Esneturk axivî û got: “Her demê dayik li hesretên me xwedî derketin. Em li gel we ne.”
GUR: ME DENGÊ WE NEDA BIHÎSTIN
Xwişka Berpirsê Devrimci Yol Kurdistan Orhan Keskîn ê li Girtîgeha Amedê di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dabû Îpek Gur axivî û got: “Rondihên çavê me yek in. Me efû nekin, ji ber ku me li rojavayê Tirkiyeyê dengê we neda bihîstin, dema hûn bi erdê re dihatin kaşkirin, me li vir tiştek nekirin.”
NOBED DEWAM KIRIN
Heyetê piştî serdanên ji bo saziyan û şûnde derbasî Navenda Giştî ya HDP’ê bûn û nobeda xwe domandin. Dayikan serdana Meclîsa Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a Enqere kirin. Dayikan li gel parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr çûn.
Endamên Meclîsa KCD’ê ya Enqerê anîn ziman ku li gel dayikan in. Hevberdevkê Meclîsa KCD’ê Huseyîn Arslan jî got: “Bi hêviya ku tecrîd bi dawî bibe, di demeke pir kin de zarokên we bi tendurist bibin.”
Dayikan serdana xwe piştî Meclîsên Jinan ên Sosyalîst û Komeleya Dersimiyan bi dawî bû.