Atay: Li qadan deng vedin

Baran Atay ku ji 1'ê Adarê ve li Girtîgeha Osmaniyeyê di greva birçîbûnê de ye got, "Li mala xwe rûnenên, li qadan deng vedin. Heta ku tecrîd bi dawî nebe û aştî neyê vî welatî em ê dest ji greva birçîbûnê bernedin."

Yek ji berxwedêrên greva birçîbûnê Baran Atay e ku ji 1'ê Adarê ve li Girtîgeha Osmaniyeyê di grevê de ye. Malbata Atay sala 1985'an ji ber pirsgirêkên aboriyê ji Mêrdînê koçî Edeneyê kir. Baran Atay ji nava 14 zarokan zarokê 5'an e.

Baran Atay ku heta pola duyemîn a dibistana seretayî xwend, dest bi kar kir. Ji karê bexçeyan heta boyaxkirina pêlavan, firotina simît, şîrînahî û avê gelek kar kir. Di emrê zarokatiyê de piştî ku hewale derbas kir 40 ji sedî yê bedena wî felç bû.

Piştî 14 saliya xwe dest bi karê ciwanan kir. Ji ber çalakiyekê hate girtin. Li Girtîgeha Zarokan a Pozanti salekê hate hiştin û ji ber rapora wî ya 40 ji sedî ya astengdariyê hate berdan. Atay di 16 saliya xwe de li tamîrxaneyê dest bi kar kir, di heman demê de karê ciwanan jî dikir. Atay ji ber çalakiyekê hate girtin. Baran Atay ku 8 sal in girtî ye, li Girtîgeha Kîlîsê, Girtîgeha Tarsûsê, Girtîgeha Elbîstanê hate hiştin û herî dawî sirgûnî girtîgeha Osmaniyeyê hate kirin.

Atay berî 5 salan ji Girtîgeha Osmaniyeyê reviya, lê piştre ji ber îxbarekê hate girtin. Ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye. Dayika Atay Hediye Atay bi rêya telefonê bi kurê xwe re axivî û got, "Em jî ji wê rojê ve di greva birçîbûnê de ne. Şekirê bedena wan, tansiyona wan kêm dibe. Em naxwazin kes bimire. Ne ewladên me, ne jî leşker û polîs. Em daxwaza jiyanê dikin. Kurê min û hevalên wî bedena xwe dan ber birçîbûnê. Çima? Ji ber ku tiştekî qanûnî dixwazin, ji ber ku aştiyê dixwazin. Ne xwarin, ne xew, ne jî rûniştineke bi aramî li me heye. Ew birçî ne, em jî birçî ne, ew nexweş in, em jî nexweş in, ew ne rehet in em jî ne rehet in."

Atay diyar kir, kurê wê jê re gotiye, divê ew û gel hemû dakevin qadan, li malên xwe rûnenên, li qadan deng vedin û got, "Kurê min got, 'Heta ku dawî li tecrîdê neyê anîn, heta ku aştî neyê vî welatî wê dest ji greva birçîbûnê bernedin. Derê me nan nîne, aştî ye. Em naxwazin kes bimire. Em ne ji bo mirinê, ji bo jiyanê çalakiyeke wiha dikin." Dayika Atay diyar kir ku divê êdî dengê berxwedêran bê bihîstin.