Dayikên girtiyan li Mêrsînê li qadan bûn

Dayikên girtiyan di greva birçîbûn û rojiya mirinê de li ber xwe didin, li Mêrsînê daketin qadan.

Malbatên girtiyan ên zarokên wan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê li Parka Bariş a Mêrsînê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê Fatma Kûrtûlan, li gel rêveber û Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) û Partiya Gel a Komarê (CHP) piştgirî dan dayikan.

Polîsan bi gefa ‘Hûn çalakiyên ne hiqûqî dikin, derbarê we em ê gilî bikin’ li dayikan xwarin. Dayikan jî bersiva ‘Êdî bes e, zarokên me dimirin. Ji bo rakirina tecrîdê tiştekî bikin. Polîtîkaya ‘Kurdê baş, Kurdê mirî ye’ a ji bo dewleta Tirk hê jî didome.’

Dayik bi dirişim û çepikan derbasî avahiya HDP’ê bûn.