Doza Komkujiya Girtîgeha Amedê hate betalkirin

Doza têkildarî leşker, polîs, gardiyan û midûrê girtîgehê ya ji qetilkirina 10 girtiyên sala 1996’an a li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê berpirs dihatin darezandin, ji ber derbasbûna dem hate betalkirin.

Rûniştina doza 10 girtiyên 24’ê Îlona 1996’an a li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ya ji aliyê leşker, gardiyan û polîsan ve bi lêdana hesin û daran hatin qetilkirin, li 3’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat.

Dadgeha herêmî ji bo 62 bersûcan bi sûcê ‘Bi zanabûn kuştina gelek kesî’ û ‘erka xwe xirab bikaranîn’ 4 sal cezayê girtîgeh û 3 sal jî ji xebata cemaweriyê hatina dûrkirin, biryara berdana 3 bersûcan, ji bo 7 bersûcan li ser biryara dadgeha bilind a derbasbûna dem, rûniştina ji nû ve hate destpêkirin. Dadgehê ji ber derbasbûna de biryara betalkirina dozê da.

Bi lêzêdekirina dosyaya Kadîr Demîr ê di dema êrîşê de bi birîndarî sewqî Girtîgeha Dîlokê kirin û şûnde jiyana xwe ji dest da hejmara bersûcan bûbû 89. Di rûniştina doza piştî biryara betalkirinê ya Dadgeha Bilind û şûnde hejmara bersûcan dakete 50’î û şûnde bersûc tevlî rûniştinê nedibûn, parêzer bi îmzekirina daneyên dadgehê û şûnde ji rûniştinê derket.

Di rûniştinê de parêzer Bariş Yavûz, Dorşîn Oner û Derya Yildirim amade bûn. Meqamê îdîayê mutalaya berê ya daxwaza cezayê ji bo 63 bersûcan a ji ber ‘Ne bi zanabûn kuştina kesî û sedemê mirina kesî’ cuda cuda dubare kir.

Parêzer Bariş Yavûz ê parastin kir diyar kir ku divê dosya du caran bên nirxandin, bal kişand ser bikaranîna bersûcan a jop û amûrên din ji bo kuştinê ne, sûc bi zanabûn hatiye kirin. Yavûz bal kişand ser biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li ser dosyayê dayî, divê hemû bersûc li gorî madeya TCK a 450/3 bên cezakirin.

Dadgehê li gorî Qanûna Dadgeha Ceza ya madeya 223/8 biryara betalkirina dozê da.