Têkildarî 3 girtîgehên li Çûkûrovayê raporek hate weşandin

ÎHD, Baroya Edene û ÇHD, rapora li 3 girtîgehên li Çûkûrovayê amadekiribûn eşkere kirin.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Edene, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ya Edeneyê û Baroya Edeneyê, têkildarî çalakiya greva birçîbûnê li avahiya ÎHD'ê ya Edeneyê daxuyanî dan çapemeniyê. Hiqûqnas û parazvanên mafên mirovan derbarê rewşa Girtîgeha Tipa F a Kurkçuler a Edeneyê, Girtîgeha Tîpa M a Ceyhanê û Girtîgeha Tîpa T-2 a Osmaniye rapor amade kirin, li şaxa ÎHD'ê bi raya giştî re parvekirin.

Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatimogûllari, xizmên girtiyên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de amade bûn. Dîsa rêveberên TUAY-DER û Nûneren HDK'ê beşdarî civîne bûn. Serokê Komîsyona Çavderiya Girtîgehan a Baroya Edeneyê, Tugay Bek, diyar kir ku jiyana mirovan dikin mijara bazarê û wiha got: "Divê demek berî demekê daxwazên girtiyan pêk bînin."

Berdevka Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê Prz. Zelal Demiray, diyar kir ku wan li 3 girtîgehên navborî bi girtiyan re hevdîtin kirine û wiha got: "Me li ser hevdîtinên girtiyên di grevê de rapor amade kir. Li 3 girtîgehan 67 di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Niha li tevahiya girtîgehan bi hezaran girtî di grevê dene. Li şûna her roj bijîşk wan kontrol bike, her roj nayên kontrolkirin. Gelek kîlo dane. Pirsgirêkên wan ên tansiyon, şekirê xwînê, bi pirsgirêk in. Dest danîne ser nameyên girtiyên di grevê de. Kawîşên wan bê hewa û bi ritûbet in. Dema sewq dikirin li dijî rumeta mirovaniyê li ser wan lêgerîn dikin. Li hundirê devê wan dinerin.

Niha girtiyên di grevê de gelek ji wan ketine asta ku nexweşiyên neyên dermankirin li wan peyda bibe de ne. Divê heyetek tenduristiyê ya serbixwe li vir lêkolîn bike û li gorî wê raporê amade bike. Girtiyên di grevê de rewşa wan pir krîtîk e. Ji bo ev daxwazên wan ên rewa pêk bê û jiyana wan nekeve bin talûkeyek mezin divê demek beriya demekê daxwazên wan pêk bên.

Prz. Zelal Demîray, di raporê de binpêkirinên heyî jî rêz kir û wiha got:

“* Girtiyên di grevê de, di roja ewil de rastî cezayên dîsîplînê hatine. Girtiyên neketine grevê û piştgirî dane jî rastî heman cezayî hatine.

* Bi taybetî li Girtîgeha Osmaniye piştî girtî ketine grevê di heman demê de dawî li mafê wan ê telefona di navbera wan û malbatê de anîne. Telefon li wan qedexe kirine û avêtine hucreyê.

* Girtiyên ketine grevê li şûna ji roja ewil ve ji aliye hekîm ve di kontrolê re derbas bibin, kontrola kilo û tansiyonan ji aliyê hemşire û gardiyanan ve hatiye kirin.

* Girtiyên ji meha çile de di grevê de êdî zêde kîlo winda kirine û sergêşî, tansiyon û bandora deng û rohahiyê li ser wan zêde bûye.

* Li hemû girtîgehan zorê li wan dikin ku li ser piyan jimarê bidin. Gardiyan wan bi zorê radikin ser piyan. Rumeta wan dişkînin.

* Mafê çapemeniyê û agahdariyê ji destê wan hatiye girtin. Dîsa mafê pirtûk, kovar, rojname ji deste wan hatiye girtin. Rojnameya Yenî Yaşamê nadin girtiyan.

* Bi taybetî li Girtîgeha Osmaniye nameyan nadin girtiyan. Nameyên bi kurdî hatine nivîsînk nadin girtiyan.

* Bi taybeti li Osmaniye girtiyên ji doza Nisêbinê hatine girtin û birîndar in nayên dermankirin. Hinek ji wan bi tena sere xwe tên hiştin. Melis Teksan û Abdülkadir Baybars nêzî salekê bi tenê tên girtin.”