'Heta ku tecrîd bidawî bibe wê çalakiya me bidome'

Ji girtiyên di greva birçîbûnê de ne, xaziyê Pirsûsê Metîn Keleş got, heta ku tecrîd bi temamî bi dawî bibe wê çalakiya xwe bidomînin.

Di êrîşa bombeyî ya DAÎŞ'ê de ku Tîrmeha 2015'an li navçeya Pirsûs a Rihayê hate kirin, Metîn Keleş birîndar bû û berî ku bê ser xwe hatibû girtin. Xaziyê Pirsûsê Keleş li Girtîgeha Akhîsar a Manîsayê hate bicihkirin. Keleş ku 3 sal û nîv e li girtîgehê ye, ji ber dosyayên berê 17 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Ji 5'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ye. Xaziyê Pirsûsê bi rêya malbata xwe peyamek ji raya giştî re şand.

Keleş ku mîna bi hezaran girtiyan ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye got, "Di greva birçîbûnê de jî em xizmeta xwe ya ji bo vî gelî têrker nabînin. Ji roja ku em bi xwe hesiyane û vir ve me canê xwe diyarî têkoşîna ji bo vî gelî kirine. Em amade ne ku di vê oxirê de jiyana xwe ji dest bidin. Heta ku tecrîd bi temamî ji holê bê rakirin wê çalakiya me bidome."

'EM Ê BIBIN DENGÊ ZAROKÊN XWE'

Rewşa tenduristiyê ya Keleş ku ji 5'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ye roj bi roj nebaş dibe. Malbata Keleş berî 28 salan neçar ma ji navçeya Mîdyat a Mêrdînê koçî Edeneyê bike û li wir bi cih bibe. Dayika Metîn Keleş Hamidiye Keleş qala kurê xwe yê biçûk Metîn Keleş kir û got, "Cihê wî timî cuda ye. Çi yê biçûk be çi jî ji ber tiştekî din be. Metîn her tim bû roniya çavên min."

Hamidiye Keleş bang li rayedaran kir: "Kurê min 4 meh in tiştek nexwariye, venexwariye. Rewşa wî, rewşa me li pêş çavan e. Em li rewşa wî dipirsin, dibêje 'dayê rewşa me di destê we de ye, heta ku hûn li derve têbikoşin wê rewşa me baş be'. Em dayik in, li kolanan e. Em ê ji bo zarokên xwe, li derve bibin dengê wan. Êdî bila her kes vî dengî bibihîze. Bila dawî li tecrîdê bê anîn."