Li Wanê ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê çalakî hate kirin
Li Wanê bi armanca balkişandina daxwaza bidawîkirina tecrîdê ya berxwedêrên greva birçîbûnê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.
Li Wanê bi armanca balkişandina daxwaza bidawîkirina tecrîdê ya berxwedêrên greva birçîbûnê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.
Çalakî li Parka Bajêr bi pêşengiya dayikan hate lidarxistin û Hevserokên HDP’ê yên Wanê Yadîşen Karabûlak, Umît Dede, parlamentera Wanê Mûazzez Orhan, Dayikên Aştiyê û Aktivîstên TJA’yê beşdarî çalakiyê bûn.
Dayikan demekê çalakiya rûniştinê li dar xist û banga pêkanîna daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê û rakirina tecrîdê kirin.