Ji Baroyan helwesta Xelfetî: Êşkencekar wê hesab bidin!

Baroyên li Bakurê Kurdistanê têkilî êşkence û helwestên dijî miroviyê yên hêzên rejîmê ku li Xelfetî kirin, daxuyanî dan û gotin ji bo ku êşkencekar li ber darazê hesab bidin wê her cure hewldanê bidin.

Baroyên Semsûr, Agirî, Êlih, Çewlik, Bedlîs, Amed, Colemêrg, Îdir, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex, Dêsim û Wanê daxuyaniyeke hevpar dan û li dijî kirinên dijî miroviyê yên Xelfetiyê helwest nîşan da.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li gundên Xelfetî û Hewengê gelek kes hatine destîrkirin, êşkence û tehde li gundiyan hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin di her qonaxa lêpirsînê û rapirsînê de nikare were astengkirin ku parêzer gumanbar û bersûc re hev bibîne û di hemû pêvajoyên îfadestandinê û rapirsînê de li cem wan bin û alîkariya hiqûqî bidin, bêyî ku li wekaletnameyê were pirsîn, bi gumanbar û bersûc re, her demê li cihê ku kesek nikare dengê wan bibîhîse biaxive û nivîsên di navbeyna wan de nikarin werin kontrolkirin. Baroyan gotin, ''Ev maf û ji ber vê jî mafê parastinê nikare were sînordarkirin. Ên ku li dijî vê dertên û têkilî vê fermanê didin bi rengekî aşkere sûc dikin.''

Baroyan diyar kirin êşkece ya li dijî hebûna mirovî û rûmeta mirovî weke cezakirinê û rêbazeke rapirsînê tê bikaranîn û li dijî vê polîtîkaya bêcezakirinê helwest nîşan dan.

Bi berdewamî hate gotin li gel li derewêqelibandina rayedaran û piştguhkirinê jî, hewceyî pê nabînin ku lêpirsînê bikin, vê êşkence kiriye diyardeyeke bênîqaş. Baroyan gotin, hem di bûyera berbiçav de û hem jî di bûyerên beriya niha de li gel ku tespît bûye ku hêzên dewletê êşkence kirine û li gel gilih jî ti encam nehatiye standin û têkilî êşkencekaran in ti hewldaneke hiqûqî bi cih nehatiye. Xala 3'yan a Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê ya bi sernava Qedexeya  Êşkenceyê hate bibîrxistin û hate gotin, ''Êşkence û cezayên dijî mirovahiyê û rûmetşikîn nikarin li ser kesî werin kirin.''

Baroyan gotin, ''Bila ti kesek jê gumanê nebe, ji bo ku li ber darazê hesab bidin em ê her cure hewldana hiqûqî bikin'' . Bi berdewamî hate diyarkirin ji vê daxuyaniyê armanca wan ew e ku helwest li dijî wê hişmendiya ku mafê mirovan û hiqûqê binpê dikin, li dijî hevpîşeyên wan li dijî rêziknmayê tevdigerin û nehiqûqiyê ferz dikin, li mafê mirovan û hiqûqê xwedî derkevin û biparêzin û hate gotin, ''Em hêvî dikin  pêvajoya lêpirsînê li gorî mafê mirovan û hiqûqê bi cih were''.