Eşyayên girtiyên li Gîresûnê di grevê de ne hatin desteserkirin

Li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê gardiyanan avêtin ser odeyên girityên siyasî û dest danîn ser pirtûk û radyoyên çalakgerên greva birçîbûnê.

Li gorî agahiyên hatin wergirtin, li Girtîgeha Girtî Tîpa E ya Gîresûnê avêtin ser odeyên girtiyên di greva birçîbûnê de ne.

Hate ragihandin, pirtûk û radyoyên girtiyên di greva birçîbûnê de ne hatine desteserkirin.

Girtiyê bi navê Mehmet Çagirici bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û qala bûyerê kir. Çagirici ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye.

Çagirici got, "Zext roj bi roj zêde dibin. Demeke dirêj e vîtamînê nadin. Vexwarinên bingehîn ên pêwîst (ava fêkî, tew) nadin. Tevî her tiştî jî em bi avê, çay, şekir û xwê greva xwe didomînin. Dema dawî ji bo dermankirinê zextê dikin. Nîvê şevê diavêjin ser odeyên me. Di serdegirtinê de dest danîn ser pirtûk û radyoyên me. Eger bi vî rengî bidomînin, dibe ku bi zorê me tedawî bikin. Di nava amadekariya vê yekê de ne. Lê belê çi dibe bila bibe em ê berxwedana xwe bidomînin."