Li Gebzeyê polîsan çalakiya dayikan asteng kirin

Çalakiya dayikên girtiyan a li pêşiya Girtîgeha Gebzeyê ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Dayikan gotin; “Sibê em ê dîsan werin”.

Çalakiya dayik û xizmên girtiyên berxwedêr ku ji bo balê bikêşin ser tecrîd û çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê, li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê di roja 45’an de didome. Parlamentera HDP’ê Dilşat Canbaz, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) û gel beşdarî çalakiyê bûn.

POLÎS: HDP’YÎ NIKARIN NÊZÎ GIRTÎGEHÊ BIBIN

Dayik li pêşiya avahiya HDP’ê li hev civiyan û bi wesayîtan ber bi girtîgehê ve ketin rê. Dema ku dayik gihiştin pêşiya girtîgehê polîsan rêya dayikan birî, tevî hemû astengiyên polîsan dayik ji wesayîtan derketin û çalakiya rûniştinê lidarxistin. Efserê polîsan dema çalakiyê de got; “Bi taybet HDP’yî nikarin nêzî Girtîgeha Gebzeyê bibin.”

Dema ku parêzerên OHD’ê axivîn polîsan ew derb kirin.