Çelîk: Li Tirkiyeyê tecrîd heye, qanûn û hiqûq nîne

Parlamenterê HDP'ê Tûma Çelîk diyar kir ku li ser tevahiya Tirkiyeyê tecrîd heye û ne heq ne hiqûq ne jî qanûn mane.

Parlamenterê HDP'ê Tûma Çelik derbarê rewşa Tirkiyeyê û zextên desthilatdariyê ji ANF'ê re axivî û diyar kir, ku li Tirkiyeyê desthilatdariyeke kêfî û qirker heye ku di şexsê Kurdan de hemû cêwaziyan tine dike.

Çelîk rewşa Tirkiyeyê nirxand û got, "Li Tirkiyeyê gef û metirsiyên micid hene. Li ser hêzên têkoşer zexteke giran heye. Tecrîda ku di kesayetiya birêz Ocalan de tê pêkanîn, li ser tevahiya Tirkiyeyê tê pêkanîn, gelê Tirkiyeyê xistine dorpêçeke şidandî."

Çelîk bal kişand ser hilbijartinên xwecihî jî û got, "Dewletê hemû derfetên di destê xwe de bikar anîn. Di hilbijartinê de, me ne tenê li dijî hikumetê her wiha li hemberî walî, qeymeqam, efser, leşker, polîs, dozger, dadger û heta muxtaran jî têkoşîna serketinê kir. Dibe ku em negihiştin tevahiya hedefên xwe lê belê me nehişt ku AKP jî di polîtîkaya xwe ya qirkirinê de bi ser bikeve. Li Şirnexê hemû derftên dewletê xistin dewrê, hemû hilbijêrên xwe yên derdorê anîn û xistin Şirnexê wisa girtin. Li gelek deverên din bi awayekî eşkere bêhiqûqî kir û şaredarî dizîn.

Lê belê dîsa jî desthilatdarî bi ser neket. Li bajarên Stenbol, Enqere, Edene, Antalya û Mersînê bi saya stratejiya HDP'ê tifaka faşîst a AKP-MHP'ê winda kir.

Li Tirkiyeyê hilbêjêrên herî bi rêxistinkirî û zana yên HDP'ê ne. Em bawer in wê ev ji hêla derdorên cuda ve jî bê dîtin û hesabkirin."

Çelîk bal kişand ser zext û zordariya rejîma AKP'ê ya li ser civakê, medyayê û got, "Tevî zextên giran jî mirov xwe venagirin û gavê diavêjin. Ev yek ji bo paşeroja welat û civakê gelekî girîng e." Çelîk diyar kir, "Berxwedanek heye ku niha tê kirin û tevî zextan jî wê bi ser bikeve. Em di demeke zehmet de ne, lê belê paşeroja me ronî ye."

Çelîk li ser gef û êrîşên rejîma AKP'ê yên li dijî rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got, "Li wê derê sîstemek heye ku pir rengî û yekîtiya gelan esas werdigire. Kurd, Suryan, Ereb û gelên din xwe bi xwe bi rê ve dibin. Feraseta li wir berevajî feraseta li Tirkiyeyê ye. Tirkiye vê ferasetê ji bo xwe weke metirsiyê dibîne. Serketina sîstemeke bi vî rengî dewleta Tirk û welatên statukoparêz ên herêmê aciz dike."

Çelîk diyar kir, Tirkiye naxwaze sîstemeke wiha bandorê li wan bike û got, "Ez Suryaniyekî ji Mêrdînê me. Ev sîstem bandorê li min dike. Li Qamişloyê Suryaniyek û Kurdek xwedî heman mafan e û di rêveberiyê de xwedî heman gotinê ne. Ev yek bandorê li min dike." Çelîk destnîşan kir, dewleta Tirk vê ferasetê ji bo xwe metirsîdar dibîne.