Berxwedêr Tûgba Can: Mijûl nekin, tecrîdê bi dawî bikin

Tûgba Can ku li Girtîgeha Baybûrtê ji 15'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku divê dewleta Tirk dest ji mijûlkirina wan berde, dawî li tecrîdê bîne, naxwe wê çalakiya xwe bidomînin.

Tûgba Can (25) a li Girtîgeha Girtî ya Baybûrtê, ji 15'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ye.

Malbata Can ji ber zextên giran ên dewleta Tirk, neçar ma ku ji gundê Temran ê navçeya Pasûrê ya Amedê koçî Edeneyê bike û 25 sal in li Edeneyê ye. Tûgba zaroka 4'an a malbatê ye. Sala 1994'an li Edeneyê ji dayik bû. Can di emrê xwe yê dibistana seretayî, navîn û lîseyê de giranî da ser perwerdeyê û xwendinê û ji ber ku bala wê li ser tenduristiyê bû, li zanînê jî xwe ji bo vê amade kir. Sala 2015'an beşa Hemşîretî ya Zanîngeha Îbrahîm Çeçen a Agiriyê qezenç kir. Li wir tevî karê ciwanan bû û bû xwedî hişmendiyeke polîtîk.

Tûgba dema diçû zanîngehê bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hate girtin û 7,5 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Destpêkê li Girtîgeha Agiriyê hate bicihkirin, piştre jî sirgûnî Girtîgeha Baybûrtê hate kirin.

Dayika wê Ziynet Can berî demeke kurt bi rêya telefonê bi keça xwe re axivî û got, "Keça min ji min re got; rewşa me baş e, moralê me baş e. Pirsgirêkên me bêguman hene. Name û rojnameyan nadin me. Ne tenê Rêbertî em jî tecrîdkirî ne. Heta ku tecrîdkirina Ocalan bi dawî nebe wê çalakiya me bi dawî nebe. Çalakiya me mafdar e. Hûn jî bibin dengê berxwedana me. Bêdeng nemînin. Em ji dewletê gavên ku me mijûl bike naxwazin. Bila êdî me mijûl neke. Heta ku tecrîd bi dawî nebe em jî çalakiya xwe bi dawî nakin."

Ziynet Can anî ziman ku ew heta dawiyê xwedî li çalakiya keça xwe derdikeve û çalakiya wan ji bo mafekî rewa tê kirin. Ziynet Can got, "Zarokên me dixwazin mafên di destûra bingehîn de hene bi rengekî wekhev ji bo her kesî bi cih bên anîn. Divê dewlet xwestekên girtiyan bi cih bîne."