Dayikên girtiyan li pêşiya Girtîgeha Umraniyeyê li hev civiyan

Dayikên girtiyan li dijî tecrîdê li pêşiya Girtîgeha Umraniyeyê li hev civiyan. Dayikên ku bi zarokên xwe re hevdîtin kirin gotin; “Heta ku tecrîd bi dawî nebe, bi biryar in.” Wekîla HDP’ê Kaya jî got; “Eger aramî were vî welatî wê bi saya dayikan be."

Li Stenbolê malbatên girtiyan ji bo balê bikêşin li ser rojiya mirinê û grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê li pêşiya Girtîgeha Tîpa L a Umraniyeyê daxuyanî dan çapemeniyê.

Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya, parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD) û gelek kes beşdarî çalakiya dayikan bûn.

KAYA: BI SAYA DAYIKAN WÊ ARAMÎ ÇÊBIBE

Parlamentera HDP’ê Huda Kaya wiha got; “Ev dayikên Laçikspî ku li pêşiya girtîgehê kom bûne, tu caran ne ji bo gelê me û welat nabin metirsî. Eger aşitî û aramî were vî welatî wê bi saya dayikan be. Ev têkoşîn ne tenê ji bo zarakan ji bo pêşeroja Tirkiye û hemû gelê me ye. Têkoşîna dayikên me ji bo nehatine cenazeyan e.”

DIYA NASIR YAGIZ: HETA KU TECRÎD BI DAWÎ BIBE WÊ ÇALAKÎ BIDOME

Piştî Huda Kaya dayika Halît Yagiz ê girtî ku ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, Ayşe Yagiz axivî.

Yagiz diyar kir ku moral û coşa kurê wê û girtiyên din gelek bilind e û got; “Çalakgeran ragihandin ku heta tecrîd bidawî nebe wê çalakiya xwe bidomînin. Divê ji bo bidawîbûna tecrîdê demildest gav were avêtin.”

Çalakiya dayikan bi dirûşmeya “Ji tecrîdê re na, ji girtiyan re azadî” û “Leyla Guven rûmeta me ye” bidawî bû.