ROJEVA 24'Ê GULANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 24'ê Gulana 2019'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 15 girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ji 30'ê Gulanê, 15 girtî jî ji 10'ê Gulanê ve di rojiya mirinê de ne. Berxwedana rojiya mirinê wê were şopandin.

- Tûgba Can ku li Girtîgeha Baybûrtê ji 15'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku divê dewleta Tirk dest ji mijûlkirina wan berde, dawî li tecrîdê bîne, naxwe wê çalakiya xwe bidomînin.

- Hunermend Îlyas Salman diyar kir, dilê wî li ser bi hezaran kesên di greva birçîbûnê de ne naşewite û got, "Dest û çavên wan lehengan maçî dikim. Hêvî dikim, berî ku tiştek bi tenduristiya wan bê wê bi ser bikevin."

- Ji girtiyên di greva birçîbûnê de ne, xaziyê Pirsûsê Metîn Keleş got, heta ku tecrîd bi temamî bi dawî bibe wê çalakiya xwe bidomînin.

- Yek ji berxwedêrên greva birçîbûnê Ridvan Ûlaş e ku ji 1'ê Adarê ve di grevê de ye. Dayika Ûlaş Vesîle Ûlaş diyar kir, kurê wê 21 kîlo li xwe kêm kiriye û got, "Ez gelekî bi fikar im, em ê li derve bibin dengê zarokên xwe."

- Serokê Şaxê SES'ê yê Wanê Sezer Orenç, berxwedana grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ya li dijî tecrîdê nirxand û li ser mafên çalakgeran ên di danezanên navneteweyî de hatine destnîşankirin agahî da.

- Baran Atay ku ji 1'ê Adarê ve li Girtîgeha Osmaniyeyê di greva birçîbûnê de ye got, "Li malên xwe rûnenên, bila kolan bi dengê we deng vedin. Heta ku tecrîd bi dawî nebe û aştî neyê vî welatî, em ê dest ji greva birçîbûnê bernedin."

- Li navçeya Tetwan a Bedlîsê, piştî ku 9 endamên meclîsê yên HDP'î ji wezîfeyê hatin dûrxistin, AKP li meclîsê bû serwer.