'Em ê hevgirtinê geştir bikin'

Siyasetmedar û polîtîkavanên Brîtanyayê nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Ocalan dan û gotin ku “Ji bo çareseriya siyasî ya doza Kurdan divê em bixebitin. Divê Rêberê Kurdan Ocalan were azadkirin. Em ê hevgirtina neteweyî xurt bikin.”

Siyasetmedar û polîtîkavanên ji Brîtanyayê nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan. Parlementer Loyd Rûssel Moyle, Kate Osamor, Bambos Charalamboûs, Delyth Jewell û sendîkavan Chrîstînae Blower, Sîmon Dûbbîns û Tony Bûrke diyar kirin ku tecrîd nayê qebûlkirin.

Bambos Charalamboûs (Parlementerê Partiya Karkeran): Li ser gelê Kurd zextên giran hene. Ji bo balkişandina tecrîda li ser Abdullah Ocalan Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kiribû. Peywira me parlementeran ev e ku em li dijî van zextên li ser mafê mirovan bisekinin û divê em civaka navneteweyî têxin nav tevgerê.

Kate Osamor (Parlementera Edmontonê): Li ku derê bila bibe, divê mirov hurmetê nîşanî mafên mirovan bide. Divê tecrîd baş were fêmkirin. Çalakiyên greva birçîbûnê di warê giyanî de çalakiyeke gelekî mezin e, ez hurmeteke mezin nîşanî wê didim.

Lloyd Rûssel Moyle (Parlementera Partiuya Karkeran a Brîghtonê) Ji bo balkişandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hezaran kes di greva birçîbûnê de ne. Tecrîd li derveyî mirovayetiyê ye. Li Tirkiyeyê zextên giran li ser mafên mirovan heye. Divê em van zextên dewleta Tirk bidin sekinandin.

Delyht Jewell (Parlementera Plaîd Cymrû) Parlementoya Galê yekemîn parlemento ye ku berxwedana gelê Kurd nas dike û li hemberî vê bêedaletiyê deng derdixe. Îmam Şîş 5 meh in di greva birçîbûnê de ye, divê sedemên berxwedana wî were fêmkirin.

Chrîstîne Blower (Hevseroka Kampanyaya Azadî ji Ocalan re) Azadiya Ocalan û ya gelê Kurd girêdayî hev e. Ji bo avakirina pergala konfederal a demokratîk a ku Ocalan daniye holê, divê em zêdetir hewl bidin.

Tony Bûrke (Alîkarê Serokê Giştî yê Sendîkaya UTU’yê) Tecrîda li ser Ocalan di rojeva me de ye, divê rewş were bidawîkirin. Peywira me ev e ku em ji hemû kesan re diyar bikin ku tecrîd heye. Ji ber bazirganiya Ewropayê ya bi Tirkiyeyê re, Ewropa bêdeng e. Peywira me ev e ku em vê meseleyê her dem bînin rojevê.

Stephen Smellîe (Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya sendîkaya Ûnîsonê) Ez di Kampanya Azadî ji Ocalan re dixebitim. Gelek sendîka di vî warî de piştgiriyê didin me. Daxwaza me ya sereke ev e ku divê tecrîda li ser Ocalan were rakirin.

Matt Nathan (Dîrektorê Kampanyaya Azadî ji Ocalan re): Kongreye Sendîkayan a ku 6 milyon karker û sendîkavanan temsîl dike, di konferansa xwe ya salan de pêşniyaznameya Kampanyaya Azadî ji bo Ocalan qebûl kir. Têkoşîna gelê Kurd têkoşîna me ye jî. Êdî dema şikandina tecrîdê ye.