Li London, Hannover û Torontoyê çalakiyên li dijî dagirkeriyê

Li paytexta Îngilistan Londonê, li bajarê Hannover ê Elmanyayê û bajarê Toronto yê Kanadayê bi hezaran kes daketin qadan û êrîşên dagirkerî û qirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin.

Çalakiyên ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkerî û qirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Li Londonê bi deh hezaran kes meşiyan, li Hannoverê jî hate gotin, "Çalakiyên me wê heta bidawîbûna êrîşên dagirkeriyê bidomin."

LI LONDONÊ BI DEH HEZARAN KES LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ MEŞIYAN

Li paytexta Îngilistan Londonê bi deh hezaran kes li dijî dagirkeriyê di meş û mîtîngekê de li hev kom bûn.

Kurdên ji çar parçeyên Kurdistanê û mirovên ji neteweyên cuda tevlî çalakiyê bûn, dirûşmên li dijî dewleta Tirk û Erdogan qîriyan û xwestin dawî li dagirkeriya dewleta Tirk bê anîn.

Li paytexta Îngilistan Londonê zêdeyî 15 hezar Kurdistanî û dostên wan li ber avahiya BBC li hev kom bûn. Di çalakiyê de bi sedan alên YPG, YPJ û Kurdistanê hatin hildan.

Bi hildana pankartan û qîrîna dirûşman hate gotin ku divê dawî li dagirkeriya dewleta Tirk bê anîn û qada hewayî ya Sûriyeyê li qirkeriya dewleta Tirk bê astengkirin.

Girseya gel beriya meşê li ber avahiya BBC mîtîngek pêk anî.

Parlamenterê Partiya Karker Lloy Rûssel Moyle li qada mîtîngê axivî û dagirkeriya dewleta Tirk bi tundî şermezar kir. Her wiha xwest ku pêkanînên giran bi rengekî lezgîn li dijî dewleta Tirk bên pêkanîn. Moyle xwest, hevkariya leşkerî ya bi dewleta Tirk re jî bi lezgînî bê rawestandin.

'ERDOGAN HEWL DIDE DAÎŞ'Ê RIZGAR BIKE'

Dîrektorê navneteweyî yê Unite The Union ku mezintirîn sendîkaya li Qraliyeta Yekbûyî ye Sîmon Dûbbîns jî destnîşan kir ku ew bi gelê Kurd re ne û bang kir ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk tavilê bên rawestandin.

Dûbbîns bal kişand ser bombardûmana rejîma Erdogan a derdora girtîgehên ku çeteyên DAÎŞ'ê tê de ne û diyar kir, ku Erdogan hewl dide DAÎŞ'iyan rizgar bike. Dûbbîns got, "Ev şer şerê li dijî faşîzmê ye. Di vî şerî de em bi hev re ne û divê em hîn bêhtir bikin."

Dûbbîns axaftina xwe bi gotina "Bijî Rojava", "Bijî Apo" bi dawî kir.

Hemû qisekeran bang kirin ku ji bo xewn û xeyalên dîktator Erdogan pêk neyên divê têkoşînê xurtir bikin.

Girseya gel piştî axaftinan ber bi avahiya parlamentê ve meşiya.

Di meşê de bi qîrîna dirûşman dewleta Tirk hate şermezarkirin. Çalakî bi axaftinên li ber avahiya parlamentê qediya.

HANNOVER

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê bi hezaran kes daketin qadan û dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin.

Nêzî du hezar kes li hev kom bûn û ber bi meydana Steintor ve meşiyan.

Hevseroka NAV-YEK'ê Çîçek Yildiz li qada mîtÎngê axivî û got, "Divê ev şerê qirêj bê rawestandin. Em ê her roj li qadan bin û heta daxwazên me pêk werin em ê çalakiyên xwe bikin."

Mîtîng piştî axaftinan qediya.

TORONTO

Li bajarê Toronto yê Kanadayê bi beşdariya bi hezarna kesî çalakiyeke protestoyî pêk hat.

Ji rêxistinê civakî yên sivîl ên cuda bi hezaran kes li kolana Bloor û Yonge li hev kom bûn û alên YPG û YPJ'ê hildan. Girseya gel ber bi Konsolosxaneya DYE'yê ve meşiya û piştre bi daxuyaniyekê bi bîr xist, ku ji ber biryara Serokê DYE'yê Trump bi sedan sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Çalakgeran destnîşan kirin ku divê êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê tavilê bên rawestandin.