EPP a koma herî mezin a PE: Divê demildest Tirkiye vekişe

Partiya Gel a Ewropa (EPP) a koma herî mezin a parlemento û endamê partiya çep a Parlementoya Ewropayê (PE) ye, êrîşên dagirker mehkûm kir û daxwaz kir ku demildest hêzên Tirk vekişin.

Li ser navê EPP’ê Serokê Giştî Joseph Daûl daxuyaniyek da çepemeniyê got: “Li ser navê EPP’ê bi tundî operasyonên artêşa Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar dikin, bang li Tirkiyeyê dikin ku demildest hêzên xwe hemû bikişînin.”

Hate diyarkirin ku çalakiyên yek alî nearamniyê li herêmê zêdetir dike û rewşa mirovan jî xeter dike. Daûl hişyariya ji xwe êrîşên Tirkiyeyê rewşa mirovî ya li herêmê xirab, nexweştir dike.

SErokê Giştî yê EPP’ê Joseph Daûl bal kişand ku wê êrîş rê li ber koçberiya zêde a mirovan veke û ev jî wê bibe sedemê zêdebûna hejmara koçberan a li herêmê, welat û derveyî welat.

Daûl domdarî got: “Bi êrîşan re ewlekariya herêmê dikeve xeteriyê. Êrîş metirsiya ji nû ve hebûna DAÎŞ’ê zêdetir bike heye, ji bo vê bi fikar in. Ev jî wê ziyanê bide hemû hewldanên koalîsyona navneteweyî ya heta niha daye bike, her wiha ewlekariya Ewropayê jî dixe xeteriyê.