Endamên TCŞ'ê êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin

Li bajarên Bielefeld, Giesen ên Elmanyayê û li bajarên Zurich û Bern ên Swîsreyê çalakî pêk hatin.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Tevgera Jinên Ciwan (JCA) li bajarê Bielefeldê yê Elmanyayê li hev kom bûn û di çarçoveya pêngava "Nehêl" de ji bo Rojava meşiyan.

Ciwan bi pankarta bi nivîsa "Rê nede şerê li Rojava" meşiyan û li dijî dagirkeriyê dirûşm li ser sîwaran nivîsîn.

Li bajarekî din ê Elmanyayê li Giessenê jî salvegera komploya 9'ê Cotmehê û êrîşên dagirkeiyê yên li dijî Rojava hatin şermezarkirin. Ciwan bi vê armancê êvarê li hev kom bûn û çalakiyeke bêîteatiya sivîl pêk anîn.

Li bajarê Zurîch ê Swîsreyê jî nêzî 200 ciwanên Kurdistanî û enternasyonal li hev kom bûn û bi alên YPG û YPJ'ê çalakiyek kirin.

Di çarçoveya pêngava "Nehêle" de li bajarê Bernê jî çalakiyeke girseyî hebû.

Di çalakiyê de dirûşma "Bijî Berxwedana Rojava" hate qîrîn.