Li Moskow, Tokyo û Lîmasolê dagirkerî hat protestokirin

Dagirkeriya qirker a Tirk a li ser Rojavayê Kurdistanê li patext Moskow a Rûsyayê, Tokyo ya Japonya û li bajarê Lîmasolê ya Qibrisê hate şermezarkirin.

Kurdistaniyên li Moskowê bi pêşengiya saziyên Otonomiya Federal a Kurd a Rûsya, Yekîtiya Saziyên Sosyal a Kurd, Tevgera Jina Kurd, Organîzaasyoan Jina Kurd-Viyan a Mowkosê, Saziya Êzîdxanê ya Moskowê û Meclîsa Gel a Moskowê dagirkeriya qirker a Tirk a li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.

Nûnerên saziyan ên ku li ber Navenda Çanda Kurd a Moskowê hatin cem hev daxuyanî dan û xwestin ku di serî de Rûsya, hêzên cîhanî li dijî dagirkeriya Tirk bêdeng nemînin.

Li ser navê saziyan Hevserokê Meclîsa Gel a Moskowê Refîk Kamil axivî û got, çi kesê ku li dijî êrîşan bimîne hevkarê şer e û xwest ku li dijî dewleta Tirk gavên pratîk werin avêtin.

TOKYO

Li paytexta Japonya Tokyoyê jî bi heman mebestê çalakiyeke protestoyî hate kirin. Nêzî 100 kes li ber nûnertiya NY'yê kom bûn, dagirkerî û komkujiyên Tirk şermezar kirin û bang li civaka navnetewî kirin ku dagirkerî were rawestandin.

LÎMASOL

Kurdidstanî û dostên wan Yekşemê êvarî li ber Navenda Çanda Kurd a Theoflîos hatin cem hev û heta bi standa li parka Molozê meşiyan. Her wiha kuluba alîgirên Omanîo jî ji Qibrisê tevlî çalakiyê bûn.

Ciwanên sosyalîst jî tevlî meşê bûn û bi dirûşmeyan gotin, ''Bijî berxwedana  YPG'ê, bijî Rojava, Tirkiye ji Kurdistanê bicehime''.

Ciwanên sosyalîst axivîn û gotin dagirkeriya Tirk nayê qebûlkirin, bi her şertî ew ê li cem Kurdan bin.