Lîderê Partiya Çep: Divê pêkanîn li Tirkiyeyê bê ferzkirin

Lîderê Partiya Çep a Swêdê Jonas Sjostedt Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî rexne kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi helwesteke lawaz tevdigerin û got, "Divê êdî dawî li vê bê anîn û pêkanîn li Tirkiyeyê bê ferzkirin."

Lîderê Partiya Çep a Swêdê Jonas Sjostedt êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha helwesta dinyayê ya li hemberî van êrîşan ji ANF'ê re nirxand.

Sjostedt bi bîr xist ku Kurd û dostên wan li çar aliyên dinyayê daketine meydanê, dagirkeriya Tirkiyeyê şermerzar dikin û diyar kir, bi navê Partiya Çep ew ji hikumeta Swêdê û welatên din ên Yekîtiya Ewropayê dixwazin ku bikevin nava liv û tevgerê û ji bo rawestandina êrîşan çi ji wan bê yekser bikin.

Sjostedt anî ziman, dewleta Tirk bombeyan li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibarîne, her wiha ambûlansên ku jin û zarokên birîndar hewl didin bigihînin nexweşxaneyan jî bomberdûman dike û sivîlan neçar dihêle ku warê xwe biterikînin.

Sjostedt destnîşan kir, Rojava li dijî duyemîn artêşa herî mezin a NATO'yê bi xurtî li ber xwe dide.

Sjostedt bi bîr xist, Kurdan di şerê dijî çeteyên DAÎŞ'ê de bi hezaran windahiyên xwe çêbû û got, "Kurdan bi têkbirina çeteyên DAÎŞ'ê herêma xwe û dinya ewletir kir. Wan lehengiyeke mezin kirin ku bi her rengî divê piştevaniya wan bê kirin."

Lîderê Partiya Çep bal kişand ser nêzîkatiya hêzên navneteweyî ya li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û destnîşan kir, dinyayê xiyanet li Kurdan kir.

Sjostedt mînaka Efrînê bi bîr xist û got, Tirkiye dixwaze bi dagirkirina Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûiryeyê paqijiya etnîkî bike.

Lîderê Partiya Çep a Swêdê Jonas Sjostedt Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî rexne kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi helwesteke lawaz tevdigerin û got, "Divê êdî dawî li vê bê anîn û pêkanîn li Tirkiyeyê bê ferzkirin."