Însyatîfa Gelê Kurdistan: Em dikevin tevgerê!

Însyatîfa Gelê Kurdistan, ragihand ku li dijî êrîşên qirker û hovan e yên dewleta Tirk a dagirker wê bikevin tevgerê.

Însyatîfa Gelê Kurdistanê got: “Em Însyatîfa Gelê Kurdistanê li dijî êrîşên qirker û hovan e yên dewleta Tirka li ser Rojava, dibêjin; ‘êdî her tişt rewa ye’ li her aliyê Tirkiyeyê dikevin nava tevgerê.”

Îsyatîfê domdarî got: “Li dijî dewleta Tirk a hovan e ya gelê me qir dike, her cûre çalakiyên em bikin rewa ye û soz didin em ê vê li metrepolên Tirkiyeyê pêk bînin. An hûnê dawî li hovîtiya xwe bînin an jî em ê Tirkiyeyê bikin dojeh. Yên ku mafê jiyanê ji bo gelê me tine dibînin, wê nejîn.”