Di salvegera 7’an a HDP’ê de polîsan êrîş bire ser wan

Polîsan êrîş bire ser girseya ku bi boneya 7’emîn salvegera damezirandina HDP’ê kom bûbûn.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xwest bi munasebeta 7'emîn salvegera damezrandina xwe li Navenda Çandê ya Mûstafa Kemal a li navçeya Beşîktaşê ya Stenbolê bernameyek lidar bixe.

Bername ji aliyê Qaymeqamiya Bejîktaşê ve hat qedexekirin. Li ser qedexekirina bernameyê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, bi parlamenter û hevşaredarên xwe re li Rêxistina Navçeyê ya HDP'ê ya Beşîktaşê civîneke çapameniyê lidar xistin.

Polisan, bi gaza îsotê mudaxaleyî girseya ku piştî civînê bi dûrişmeya "Bijî Berxwedana Rojava" ji hev belav bû kir û gelek kesî destgîr kirin.