NY: Wê bibe sedemê DAÎŞ'î azad bibin

Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY’yê banga bidawîbûna operasyonên leşkerî kir û got: “Operasyona leşkerî ya heyî, wê bibe sedemê azadbûna DAÎŞ’iyan.”

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dûjarrîc li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek nû da.

Berdevk fikarên xwe yên li ser bûyerên leşkerî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rû didin û got: “Ji ber operasyona heyî rê li ber koçberbûna 160 hezar sivîlan vekiriye.”

Berdevk Stepahne Dûjarrîce banga bidawîbûna operasyonên leşkerî kir û divê pirsgirêk bi rêyên aştiyane çareser bibe. Dûjarrîce got: “Divê sivîl û çêkerên sivîlî di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de bê parastin.”

Dûjarrîce bi domdarî got: “Ji ber operasyona leşkerî ya dewam dike, DAÎŞ û kesên têkiliya wan bi DAÎŞ’ê re heyen bê xwestin jî wê rê li ber azadkirina wan vebe. Ji pêkhatina rewşeke wiha di asta cidî de bi fikar im.”

Dûjarrîce biryara 2254 a Sûriyeyê ku Konseya Ewekariyê ya NY’yê ya sala 2015’an bibîr xist.