Li Cizîrê û Silopyayê terora polîsan Tirk
Polîsên Tirk li Cizîr û Silopyayê terora destgîrkirinê kirin, bi ser malan de girtin endameke Meclîsa Şaredariyê ya HDP'ê û du birayên 70 salî destgîr kirin.
Polîsên Tirk li Cizîr û Silopyayê terora destgîrkirinê kirin, bi ser malan de girtin endameke Meclîsa Şaredariyê ya HDP'ê û du birayên 70 salî destgîr kirin.
Li gorî agahiyan li Cizîr û Silopyayê spêdeya yekşemê polîsên Tirk bi ser malan de girtin, endama Meclîsa Şaredariyê Fehîme Sarûh û Hecî û Brahîm ên birayên hev ku temenê wan 70 salî ye destgîr kirin.
Şemiyê jî polîsên Tirk bi hinceta parvekirinên medyaya sosyal li Şirnexê 5 kes destgîr kiribûn.