Rêveberiya DYE'yê li pey hev daxuyanî da: Zext tê zêdekirin

Piştî biryara pêkanînên aboriyê yên li dijî Tirkiyeyê tê gotin ku DYE'yê zext li Enqereyê kiriye ji bo agirbestê, naxwe jê re ragihandiye ku wê pêkanîn bên girankirin.

Piştî biryara serokê DYE'yê Donald Trump a der barê baca gumrukê ya firotina pola û rawestandina hevdîtinên der barê peymana bazirganiyê, gelek wezîran û endamên kongreyê axivîn.

Wezîrê Xezîneyê Steve Mnuchin diyar kir, Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar, Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû û Wezîrê Enerjiyê Fatîh Donmez û Wezareta Parastina Milî û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê tevlî lîsteya pêkanînan hatine kirin. Di daxuyaniya wezaretê de hate gotin, "Ji ber ku hikumeta Tirk hewl dide aştî, aramiya li herêmê têk bibe ev wezîr û rayedar tevlî lîsteya pêkanînan hatine kirin. Li gorî pêwîstiyan em amade ne ku rayedar û saziyên hikumeta Tirk bixin bin pêkanînên cuda."

PENCE: TRUMP DAXWAZA AGIRBESTÊ KIR

Alîkarê Serokê DYE'yê Mike Pence diyar kir ku Serokê DYE'yê Donald Trump bi Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan re axiviye û jê xwestiye ku tavilê agirbestê ragihîne.

Pence îdîa kir ku Trump di axaftinê de ya bi Erdogan re bi 'helwesteke tund' tevgeriya ye û got, "Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê wê hîn bêhtir tehemûlî dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê neke. Em bang li Tirkiyeyê dikin ku raweste û li maseya hevdîtinan vegere."

Pence her wiha diyar kir ku ji bo rawestandina êrîşên dagirkeriyê wê biçe Tirkiyeyê.

POMPEO: DIVÊ TAVILÊ BÊ RAWESTANDIN

Piştî biryara pêkanînan a Trump Wezareta Karên Derve jî bi daxuyaniyekê xwest ku êrîşên dagirkeriyê tavilê bên rawestandin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êrîş zerarê dide sivîlan û ewlehiya herêmê dixe rewşeke metirsîdar û ji bo biryarnameya pêkanînan a Trump 'hîn bêhtir zerarê nede Tirkiyeyê' divê êrîş tavilê bên rawestandin.

GRAHAM: TRUMP BI FERMANDARÊ QSD'Ê RE AXIVÎ

Senatorê Komarger Lîndsey Graham jî piştevaniya pêkanînên Trump ên li dijî Tirkiyeyê kir. Graham destnîşan kir ku ew ê nikaribin qebûl bikin ku Tirkiye êrîşî hevalbendên wan ên têkoşîna dijî DAÎŞ'ê bike.

Graham anî ziman ku Donald Trump di kombûnekê de ku ew bi xwe jî lê amade bû, hem bi Erdogan re hem jî bi Fermandarê Giştî yê QSD'ê re axivî û xwest, ku şer bê bidawîkirin. Graham diyar kir ku Trump bi rengekî eşkere Erdogan hişyar kir û destnîşan kir ku heta êrîş bidomin wê pêkanînên li dijî Tirkiyeyê jî bi biryardarî bidomin.

MCCAUL: PÊKANÎN TÊRÊ NAKIN

Yek ji kesayetên girîng ên Komargeran li Meclîsa Nûneran Michael McCaul jî diyar kir ku pêkanînên Trump ragihandiye têrê nakin. McCaul piştevaniya pêkanînan kir û destnîşan kir, pêkanînên hatine ferzkirin ji bo cezakirina êrîşên dagirkeriyê têrê nakin.