Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Gerîlaya YJA Starê Handelmann li Berlînê hate bîranîn

Gerîlaya YJA Starê Almûth Sarah Handelmann (Sara Dorşîn) ku ji ber bombardûmana artêşa Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, li Berlînê hate bîranîn.

Civîna bîranînê bi beşdariya zêdeyî 250 kesî pêk hat û bav û xwişka Handelmann jî tevlî bûn.

Hevalên Handelmann der barê jiyan û têkoşîna wê axivîn û anî ziman, ku Handelmann li dijî sîstema modernîteya kapîtalîst di nava lêgerîna li jiyan û têkoşîneke alternatîf de bû û gotin, "Ew jiyana alternatîf jî li nava refên PKK'ê dît. Ji bo fîlmekî dokumanter çû Kurdistanê û li Kurdistanê veguherî şervaneke azadiyê."

Di civîna bîranînê de nameyên der barê bîranînên Handelmann û nivîsên li qadên têkoşînê yên Handelmann bi Kurdî, Elmanî û Tirkî hatin xwendin. Ji bo wê bi Kurdî û Elmanî stran hatin gotin û helbest hatin xwendin.