Li Strasbourgê Kolektîfa Piştevaniya Rojava ava bû

Piştevaniya bi Rojava re her mezin dibe. Li Strasbourgê bi dehan partî û rêxistinak Kolektîfa Piştevaniya Rojava ava kirin.

Li bajarê Strasbourg ê Fransayê, partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl û sendîkayan civînek pêk anîn û biryar wergirtin ku têkoşîneke hevpar bimeşînin.

Di encama civînê de Kolektîfa Piştevaniya Rojava (Solidarite avec le Rojava) bi daxuyaniyeke hevpar hate ragihandin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li dijî komkujî û qirkirinê wê li dijî dewleta Tirk çalakiyên hîn bi bandor bên kirin.

Di vê çarçoveyê de di serî de Parlamenta Ewropayê wê bi saziyên Ewropayê yên li Strasbourgê re hevdîtin bên kirin û ji bo pêkanîn li Tirkiyeyê bên ferzkirin wê zext bên kirin.

Sazî û partiyên ku tevlî Kolektîfa Piştevaniya Rojava bûn: Partiya Keskan û Ekolojiyê ya Ewropayê (EELV), Partiya Komunîst a Fransayê (PCF), Tevgera Piştevaniya Navbera Gelan û Dijberiya Nîjadperestiyê (MRAP), Konfederasyona Kar a Neteweyî (CNT), Komeleya Dostên Gelê Kurd (Les Amis du peuple kurde), Partiya Antîkapîtalîst a Nû (NPA), Attac Strasburg, Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî li Ewropayê (ATİK), DİDİF, Navenda Çanda Elewiyan a Strasbourgê, Tevgera Welatiyan a Navbera Çandan (ASTU), MCAS û D’ailleurs Nous Sommes D’.