Pentagon: Ji bo di asta NATO’yê de guşar bên kirin em zextê bikin

Wezareta Parastinê ya DYE'yê diyar kir ku êrîşên dagirkeriyê ya Tirk 'nayê qebûlkirin', ragihand ku wê li dijî Enqerê ya di encama êrîşan de ji revîna DAÎŞ'iyan berpiryar e,  ji bo di asta NATO'yê de guşar bên kirin, wê zextê bikin.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya li ser navê Wezîrê Parastinê Mark Eper hate parvekirin de, bal hate kişandin ku tevî hişyariyên DYE û hemû civaka navneteweyî Erdogan yek alî ferman dagirkirina Bakurê Sûriyeyê da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di encama êrîşan de windahiyên mezin pêk hatin, ewlekariya herêmê ketiye di bin xeteriyê de û xeteriya li dijî leşkerên Emerîkî yên li herêmê jî pêk hatin. Di daxuyaniyê de ‘tevgerke ku nayê pejirandi’ serketinên koalîsyona navneteweyî ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bidest xistî ketiye xeteriyê û ev hatiye gotin: “(Êrîş) pir xeter e, rê li ber revîna gelek çeteyên DAÎŞ’ê vekiriye.”

Di daxuyaniya Mark Esper de hatiye diyarkirin ku çalakiyên ‘bê berpirs’ ên Tirkiyeyê leşkerên DYE’yê jî xistiye talokeyê û ev jî xeteriya ku şer bi xwe re bîne. Esper got li ser vê Donald Trûmp biryara vekişîna leşkerên Emerîkî yên li herêmê da.

Esper destnîşan kir ku êrîşa dagirker a Tirkiye ya yek alî ‘nepêwîst’ û ‘bê fikirandin’ nîşan da û got: “Serokkomar Erdogan ji vê berpirs e; potansiyela jii nû ve zindîbûna DAÎŞ’ê, sûcên şer û krîzên mezin ên mirovî jî di nav de.” Esper da xuyakirin ku ji ber êrîşan ziyan gihiştiye têkiliyên di navbera Tirkiye û DYE’yê de.

Esper anî ziman ku wê di hefteya pêşiya me de ji bo tevlî civîna NATO’yê bibe wê biçe Brûkselê, wê li dijî çalakiyên Tirkiyeyê ya weke ‘berbat’ pênase kir, ji bo welatên endam çi yek bi yek çi jî bi giştî guşarên aborî û dîplomatîk pêk bînin zextê bike.