Êrîşên dagirkeriyê li Helsîngborgê hatin şermezarkirin

Kurdan tevî dostên xwe li bajarê Helsîngborg ê Swêdê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk çalakiyek pêk anîn.

Çalakî bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li navenda bajêr pêk hat.

Di çalakiyê de Ferman Nofelan axivî û diyar kir, dewleta Tirk a ku bi rêya çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî Kurdan kir ji bo sîstema li Rojava têk bibe niha yekser bi xwe êrîş dike.

Nofelan bang li Swêdê û Yekîtiya Ewropayê kir ku pêkanînan li dijî Tirkiyeyê bixin meriyetê.

Ji Partiya Çep Rebecca Thell jî diyar kir ku Partiya Çep li dijî êrîşa dagirkeriyê ye û bi gelê Kurd re ye.

Di çalakiyê de bi qîrîna dirûşman dagirkeriya dewleta Tirk hate şermezarkirin.