Li Berlîn, Hambûrg û Frankfûrtê bi hezaran daketin qadan

Li paytexta Elmanya Berlîn û bajarê Hambûrgê bi hezaran kesên daketin qadan êrîşên qirker ên dewleta Tirk protestrokirin.

BERLÎN

Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Elmanya Berlînê li dijî êrîşa dewleta Tirk a li Serêkaniyê ku sivîl hatin qetilkirin protesto bikin li Qada Kotbûsser Torê hatin ba hev. Di çalakiyê de hevseroka NCKD Nûjiyan Gunay axivî û diyar kir ku Kurd dibin yek, hêzên pêşverû dibin yek. Gunay anî ziman ku ev nîşana seketinê ye. Rojnamevan Nîc Braûns jî axivî û bal kişand ser polîtîkayên durûtiya hêzên serwer ên li hember nirxên mirovan.

HAMBURG

Kurdistaniyên li Hambûrg a Elmanyayê daketin qadan bi meşek girseyî qetlîama dewleta Tirk a li Serêkaniyê pêk anî protestokirin.

FRANKFURT

Li Frankfûrtê jî bi heman armancê Kurd û dostên wan li qadan bûn û dagirkeriya Tirk protestokirin.