Lîstikvanê Tirk ê pesnê dagirkeriyê da şandin malê!

St. Paûlî a yek ji tîmên lîga duyemîn a Elmanyayê ye, ragihand ku têkiliyên xwe yên bi lîstikvanê Tirk Cenk Şahîn ê pesnê êrîşa dagirkeriyê ya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dabû, qût kiriye.

Ceng ŞAhîn ê di tîma St.Paûlî ya yek ji tîmên futbolê ya Hambûrgê de dilîze, hefteya borî dema êrîşên dagirkeriyê ya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû destpêkirin li ser hesbê tevna civakî gotina weke ‘Em li gel mehmetçîk û artêşa xwe ne. Duayên me bi wan re ye’ piştevaniyê dide dagirkeriyê parekiribû.

Pesindayîna Şahîn da dagirkeriya dewleta Tirk û alîgirîkirina siyaseta şer ji aliyê heskiriyên futbolê yên Elman û navbera St. Paûliyan de rê li ber nerazîbûnê vekiribû. St. Paûlî got: “Parvekirinên wiha bi nirxên kulubê re naguncin. Em vê mijarê bi Enver Cenk Şahîn re daxivin.”xwestibûn nerazîbûnan kêm bikin.

Lê li ser zêdebûna nerazîbûnan St. Paûlî li ser hesabê xwe yê fermî yê întrnetê daxuyaniye da û ragihand ku Şahîn ji kadroyê xwe derxistiye. St. Paûlî anî ziman ku kuluba wan nêzîkatiya destekê didin şer red dikin û got: “Helwesta Şahîn bi nirxên kulubê re negunciya.”