Li Emerîka û Elmanyayê êrîşên dagirkeriyê hatin şermezarkirin

Li bajarê Los Angeles ê Emerîkayê û li gelek bajarên Elmanyayê êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Rojava hatin şermezarkirin.

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava li her devera dinyayê tên şermezarkirin.

LOS ANGELES

Li bajarê Los Angeles ê Emerîkayê, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin. Tevî Kurd û Emerîkiyan Ermen, Yewnan, Îsraîlî, Îran, Filistîn, Meksîkayî û Ekvatorî tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de hate destnîşankirin ku divê êrîş tavilê rawestin. Di çalakiyê de keşîşekî Ermen ji bo Rojava dua kir.

ELMANYA

Komkujiyên ku dewleta Tir li Rojava li sivîlan dike li bajarên Chemnîtz, Dresden, Magdebûrg û Leîpzîg ên Elmanyayê bi rengekî tund hatin şermezarkirin.

Kurdistaniyên ku bi komkujiya li Serêkaniyê hesiyan tevî dostên xwe daketin qadan û dewleta Tirk şermezar kirin.

Li bajarê Nurnbergê jî bi sedan kes li hev kom bûn û pankartên bi nivîsa "Her dever Rojava ye, her dever berxwedane", "Bijî berxwedana Rojava" û alên YPG û YPJ'ê hildan.

Kurdistaniyan diyar kirin ku çalakî wê bidome.