"Pûeblos en camîno" (Gel di rê de ne) belavokek weşand û nerazîbûneke tund nîşanî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dan.
Aktîvîstên xwecihî diyar kirin ku têkoşîna xwecihiyên Kolombiyayî û ya Kurdan heman têkoşîne û ji bo rewşa li Rojava gotin, "Komkujiyek li wan tê kirin (...) Bi vî rengî azadiya me tine dikin."
Nûnerên xwecihiyan gotin, "Tirkiyeya vê demê Erdogan e: Di şerê dijî mirovahiyê de artêşeke kujer a dagirker e, makîneyeke mirinê ya namerde."
JI KOLOMBIYAYÊ BIÇIN!
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em li welatê xwe, li bajarên xwe, li xaka xwe nûnertiyeke rejîma Tirk naxwazin. Em dixwazin biçin. Hûn bi xêr nehatine vê deverê. Bi Tirkiyeya ku Rojava dagir dike û zilmê li gelê Kurd dike divê ti têkiliya me nebe. Êrîşa li dijî Rojava sûcekî tirsnake, nayê efûkirin, namerde. Sûcekî li dijî tevahiya mirovahiyê ye û li dijî me hemûyane."
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Divê Tirkiye ji Rojava û Kurdistanê derkve. Tirkiye kîn û mirine. Tîraniya baviksalariyê ye. Bicehime! Ti karê me û hevkariya me bi vê tîraniya mirinê nîne. Em tiştekî wan qebûl nakin. Em sefaretxaneya wan, konsolosxaneya wan qebûl nakin. Em ti têkiliyê bi rejîmeke qirker re naxwazin."